image

PeyamaKurd – Rêxistina Îstatîstîkê ya Rûsya Federal Rosstat ê rêjeyên aboriyê yên sala 2020 ê bi taybetî ya hasilatên nesafî ya nav welat ragihand. Li gor encamê di sala 2020 an de dahata netewî li dora 106,6 trîlyon ruble an ku 1,4 trîlyon dolar e. Rûsya bende bû ku aboriya wan li dora 3,8 biçûk bibe, bi taybetî ev texmîna wezareta darayî ya Rûsyayê bû. Lê reqema biçûkbûna aboriya Rûsyayê li dora 3,1 çêbû.

Sedema biçûkbûna aboriya Rûsyayê bi sedema tedbîrên Kovid-19 ê û daxwaza seranserê dinyayê ya enerjiyê bandora xwe li aboriyê kir. Bo sala 2021 ê Banka Navendê ya Rûsyayê bo mezinbûna aboriyê weha ragihand:

“Di 6 mehên sala 2021 ê de bi qelsbûna pandemiyê û rakirina tedbîrên pandemiyê, bendene ku car din vejandina aboriya Rûsyayê çêbibe.”