image

PeyamaKurd - Akademîsyen û şarezayê warê enerjiyê Mihemed Hûsên da zanîn, gaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê dibe rikabereke bihêz ê gaza Îranê çawa ku niha petrola Kurdistanê rikabereke bihêz a petrola Îran û Iraqê ye.

Mihemed Husên di bultena Rûdaw TVyê de daye xuyakirin, li gor lêkolînan heta sala 2040î berhema gaza Herêma Kurdistanê salene digihîje 45 heta 50 milyar metrekuban.

Mihemed Husên diyar kir ku li gor pêşbîniyên ku hene, dibe Herêma Kurdistanê heta sala 2035an berhemanîna gaza sirûştî di salekê de bigihîjîne 40 milyar metrekubê û got, “Ev pêşbîniyeke ku dikare pêk were, wate ne bê îmkan e, lê ne tiştekî ewqas hêsan e jî. Vê yekê berhemanîneke zêde divê, damezrandina jêrxaneke pîşesaziya gazê ya baş divê û hevdem dabînkirina bazarê jî divê.”

Mihemed Husên di dewama gotinên xwe de da zanîn, “Gaza Herêma Kurdistanê dibe rikabereke bihêz ya gaza Îranê, bi heman şêweyê niha ku petrola Herêma Kurdistanê rikabereke bihêz a petrol Îran û Iraqê ye. Ev bazara azad e û Herêma Kurdistanê dikare gaza xwe bifiroşe Tirkiye.  Eger Herêma Kurdistanê çavkaniyeke erzantirîn a gazê be bo Tirkiye, wê demê dê ji Herêma Kurdistanê bikire.”

Hûsên dibêje, li Herêma Kurdistanê karekî zêde bo dîtina gazê li kêlgehên gazê yên Herêma Kurdistanê hatiye kirin,  maye ku jêrxaneyeke hinardekirinê bê avakirin; wek borî û bi hev ve girêdana kêlgehên gazê.”

Hêjayî gotinê ye, kompanyaya Rosneft a Rûsî ku yek ji wan kompanyayên bihêz ên cîhanê ye di warê enerjiyê de, bi niyaz bû sala 2016an boriya hinardekirina gaza sirûştî ya Kurdistanê pêk bîne, kêlgehên gazê yên Herêma Kurdistanê bi hev ve girê bide û gazê hinardeyî Tirkiyê bike, lê ji ber hinek sedeman ev yek pêk nehatiye.

Mihemed Husên li vê mijarê jî gotiye, “Vê yekê beşek peywendî bi rewşa siyasî û emnî hebû ku salên 2016 ta 2019 li Herêma Kurdistanê û Iraqê hebû. Beşeke din jî peywendî bi pirsgirêkên darayî yên Herêma Kurdistanê hebû.”