image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi wezaretên Bazirganî û Pîşesaziyê yên Iraqê re civiya û li ser hevtêgihîştina bazirganî rêkeftin hatiye kirin ku çav li rê ye çend girebest jî werin îmzekirin.

Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Herêma Kurdistanê Kemal Muslim ragihand, rêkeftineke li hevtêgihiştinê di navbera Wezareta Bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatiye kirin û wê bi wezareta pîşesaziyê re behsa kargehên Herêma Kurdistanê û parêzgarîkirin ji berhemê navxwe bikin.

Muslîm ji Rûdawê re daye xuyakirin ku wê li gel Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê behsa rêgirîkirin ji hinardekirina berhemê navxwe yê Herêma Kurdistanê bo parêzgehên din ê Iraqê bê kirin û dê daxwazê bikin ku careke din rê li ber wê yekê neyê girtin  

Li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 714 kargehan moleta karkirinê hene, ji wê hejmarê karê 2 hezar û 272 kargehan rawestiyaye ku dibe %61ê kargehan. Sala borî 174 kargehan li Herêma Kurdistanê mohleta karkirinê wergirtine.

Li gorî amarên Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ji ber rawestana karê kargehan di dema borî de 8 hezar û 835 karker bê kar mane.