
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 24ê Îlonê Yekşemê 250 milyar dînar ji Bexdayê ji bo dayîna mûçeyan li ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê hat razandin.
Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê ragihand, 250 milyar dînar li ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê hatiye razandin.
Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dubardanî jî daye xuyakirin, îro yan jî sibe Banka TBI 200 milyar û Banka Reşîd jî 250 milyarên din dişînin ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî ku bi giştî dike 700 milyar dînar.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî serdana 17ê Îlonê ya şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê û hevdîtinên bi sê serokatî û aliyên siyasî yên Iraqê re, Encumena Wezîran a Iraqê biryar da ku mûçeyên 3 mehan ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne ku ji bo her mehekê 700 milyar dînar hate diyar kirin.
Preyên ku ji bo Herêma Kurdistanê bên şandin bi giştî 2.1 trîlyon dînar e, lê di qonaxa yekem de dê 700 milyar dînar bi rêya herdu Banka Reşîd û TBI Rafideen/Şaxê Hewlêrê li ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî werin razandin.