image

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina du projeyên mezin ên elektrîkê li Silêmaniyê, 44 milyar dînar (zêdetirî 30 milyon dolar) terxan kir.

Hat ragihandin ku herdu proje ji bo veguhestina enerjiya elektrîkê bo navçe û nehiyeyên derdora Silêmaniyê ne.

Berdevkê Rêveberiya Elektrîka Silêmaniyê Sîrwan Mihemed ji K24ê re gotiye, wan daxwaza şiyana veguhestina elektrîkê bo deverên Pişder, Ranya û parêzgeha Helebceyê kirine û ev her du proje gelek girîng in.

Sîrwan Mihemed daye zanîn, veguhestina enerjiyê bo Ranya bi dirêjahiya 105 kîlometre ye û ya din jî bo Seyîdsadiq 55 kîlometre ye û mebest gihandina elektrîkê bo parêzgeha Helebce û devera Raperînê ye.

Hat diyarkirin Serokatiya Encûmena Wezîran rizamendî li ser projeyan nîşan daye û niha Rêveberiya Dabeşkirina Enerjiya Elektrîkê amadekarî dike ku ji bo cîbicîkirinê, projeyan bidin kompaniyekê.