image

PeyamaKurd – Wezareta Petrolê ya Iraqê li ser hevdîtina Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebbar û Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Alî Riza Guney a 22yê Gulanê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî rakirina astengên qanûnî yên heyî, bi proje û rêkeftinên nû hinartina petrola Iraqê bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê wê zêdetir bibe.

Di daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Iraqê de hatiye eşkere kirin: “Di civînê de Wezîrê Petrolê ekezî li ser giringiya pêşxistina pêwendiyên dualî ligel Tirkiyê kir, ji bo zêdekirina şiyana hinardekirina petrolê bi rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyê piştî çareserkirina astengiyên qanûnî yên niha û li gor rêkaran ku berjewendiyên Iraqê jî misoger bike, ew jî bi rêya proje û rêkeftinên nû re.”

Wezîrê Petrolê yê Iraqê û Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê, di civînê de pêşhatên dawî yên biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê gotûbêj kirin ku Dadgeha Federal 15ê Sibatê daxwaza hilweşandina yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê û radestkirina dosyeya petrol û gazê ya Kurdistanê bo hikûmeta federal kiribû.

Li aliyê din Balyozê Tirkiyê Alî riza Guney jî li ser hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand: “Me bi Wezîrê Petrolê yê Iraqê Ihsan Ebdulcebbar re geşedanên di warê enerjiyê û têkiliyên xwe yên dualî gotûbêj kirin.”