image

PeyamaKurd – Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kabîneya xwe ya hikûmetê eşkere kir û Mehmet Şîmşek anî ser wezareta darayî û xezîneyê, di serokatiya Banka Navendî de jî guhertin hat kirin.

Hat ragihandin ku piştî danûstandinên Mehmet Şîmşek, ekonomîsta navdar li Amerîkayê Hafize Gaye Erkan ji bo seroktiya Banka Navendî razî bûye û ji aliyê Erdogan ve jî wekî seroka bankeyê hate destnîşankirin.

Nivîsa fermî ya erkdarkirina Gaye Erkan îro Înê 9ê Hezîrana 2023yan li ser rojnameya fermî hate belavkirin û seroka nû ya Banka Navendî ya Tirkiyê dest bi kar kir.