image

PeyamaKurd – Li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê ji bo otomobîlan herêmeke mezin a pîşesaziyê hat avakirin.

Ofîsa Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku herêma pîşesaziyê li ser 300 donum erd û bi nirxê 62 milyon dolaran hatiye çêkirin.

Herêma pîşesaziyê ya Duhokê ji pênc beşan pêk tê û dê demên pêş bibe projyeke modern a pêşketina bajêr.

Di herêma pîşesaziyê de di warên cuda de 2 hezar û 378 dikan xizmetê didin hatine temamkirin û wê beşên din jî demên pêş bên temamkirin.

Hat diyarkirin ku wê herêma pîşesaziyê ya Duhokê ya berê jî wekî parka geştiyarî di xizmeta welatiyan de be.