image

PeyamaKurd – Heyetên Tirkiyê û Rûsyayê li Rûsyayê civînekî bazirganiyê kirin. Serokatiya heyeta Tirkiyê wezîrê bazirganiyê Mehmet Muş û yê heyeta Rûsyayê cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Alkesandr Novak kir. Her dû heyet di warê bazirganiyê de peyamanan îmze kirin. Muş ragihand ku di bazirganiyê de ciyê Rûsyayê bo Tirkiyê bi taybetî di warê enerjiyê de girînge û bo rojnamevanan weha got:

"Me li hev kir ku di warên xaza xwezayî, maden, petrol, elektrîk û enerjiya nukleerî de hevkariya me ya ku heye zêdetir bipêş de bibin. Me protokola KEK ê îmze kir. Di nav protokolê de ji sanayiyê heya zîraetê, ji enerjiyê heya tûrîzmê, em li ser gelek xalan axifîn.

Di sala 2020 an de bazirganiya navbera me hinek kêm bû lê car din me xwe da hev û di  îsal de em texmîna hecmeka bi 30 mîlyar dolarî dikin. Mi di seha otomotîvê û derman de jî lihev kiriye.”

Aleksandr Novak di civîna çapemeniyê de behsa têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyê kir û got:

“Rûsya û Tirkiyê du dostên hevin. Ev rewşa han hewce dike ku di gelek sehayan de, bi awayeka xwezayî, bi ast û berjewendiyên her dû dewletan de li ser baweriyê bimeşin. Şîrketên dermanan plan dikin ku li Tşirkiyê di wexteka nêz de vaccina Sputnik V yê hilberînin. Em gelkî razî ne ku Tirkiye îzna bikaranîna Sputnik V yê daye.

Baziganiya navbera her dû dewletan îsal bilind bûye. Em hêvî dikin ev ast dewam bike. Tirkiye di seha zîraetê de hevkarekî me yê mezine. Niha miqdarê bazirganiya wê gihaye 2.7 mîlyar dolaran. Tirkiye di seha tûrîzmê de herî popûler dewlet e. Berya pandemiyê 7 mîlyon Rûs seredana Tirkiyê kir. Ev jî li ser têkiliyên çandê, rejîma vîzeyê û ji şiyanên reqabeta tûrîzmê ye.”