image

PeyamaKurd – Şîrketa enerjiyê Shell şîrketa şarjê ya bi elektrîkê ya bi navê Ubitricity bi peymanekî kirî. Li Îngîltere, şîrketa şahnkirinê ya alavên bi elektrîkê ya herî mezin Ubitricity ye. Tora şîrketê ya herî fireye û her weha li Awrûpa jî îstasyonên wan hene. Shell temamê parên şîketiyê kiriye.

Şîrket li Îngîltere îstasyonên wê yên şankirinê bi lambayên kuçe û kolanan ve hatine entegrekirin û heya niha li seranserê Îngîltere %13 tora şarjê an şahnkirinê yê şîrketêye. Serokê şîrketa Shell Mobilite  Istvan Kapitany li ser mijarê weha got:

“Em bi rêvebirên cîh re dixebitin û destekê didin wan muşteriyên ku alavên wan bi elektrîkê dixebitin.”

Şîrketa Ubitricity yê li Îngîltere xwediyê 2.700, li Almanya û Fransayê xwediyê 1.500 îstasyonên şarjê an ku şahnkirina erebeyane.