image

PeyamaKurd – Şîrketa Tirkiyê TOFAŞ a ku bi Îtalyanan re dixebite di sala 2020 an de hilberîna xwe ya salê ragihand. CEO yê TOFAŞ ê ragihand ku wan si sala borî de 108 mîlyon Ewro veberhênanê kirine û hilberîna wan ya sala borî gihaye 250.630 otomobîlan û 108 hezar otomobil firotine derveyê Tirkiyê. TOFAŞ ê di bazara otomotîvê de di hilberînê de %19,3 para wê heye û di bazara firotina derve de xwediyê %12,8 e.

TOFAŞ ê di firotina otomobîlên derveyê Tirkiyê de 10,8 mîlyar TL pere bidest xistiye û kara wê 1 mîlyar û 784 mîlyon TL ye. TOFAŞ temsîlkariya şîrketên Fiat, Fiat Professional, Alfa Romeo, Jeep, Ferrari û Maserati li Tirkiyê dike.