image

PeyamaKurd-Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), amarên bêkariyê yên çaryeka pêşîn a sala 2022yan ragihandin. Li gorî amarên TUIKê, hejmara bêkaran ji % 11.4 zêde bûye û bi vî awayî hejmara bêkaran a li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, gihîştiye 3 milyon û 845 hezaran.

Li gorî Lêkolîna Hêza Kar; hat ragihandin ku di nav kesên ku temenên wan ji 15 saliyê berjortir e, li gorî çaryeka sala par, 50 hezar kesên din zêde bûne û hejmara bêkaran bi vî awayî gihîştiye 3 milyon û 845 hezar kesan. Tê texmînkirin ku rêjeya zilamên bêkar ji %10.2 ye û rêjeya jinên bê kar jî ji % 13.7 e.

Daneyên raportê nîşan didin ku di çaryeka pêşîn a sala 2022yan de hejmara kesên ku tên îstîhdamkirin, derketiye 188 hezaran û bi vî awayî rêjeya îstîhdamê 0,1 puan zêde bûye û hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin, gihîştiye 29 milyon û 964 hezar kesan. Ango rêjeya îstîhdamê, bi vê rêjeyê re gihîştiye ji %46,6an.  Hat ragihandin ku ji vê rêjeyê ji %64,0 zilam in, ji %29,5 jî jin in.