image

PeyamaKurd – Îtirazên partiya deshilatdar AK Partiyê li ser encamên hilbijartinên şaredariya bajarê mezin a Stenbolê berdewam dikin.

AKP ku zêdetirî 20 sal in li Stenbolê deshilatdar e û hemû sazî û dezgehên Tirkiyê û Stenbolê di bin kontrola karmendên wan de ne, encamên hilbijartina Stenbolê qebûl nake.

Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) li ser îtirazên AKPê biryar da ku li 7 navçeyan dengên şewitî ji nû ve werin hejmartin. Hîn proseya hejmartinê berdewam e û di navbera herdu namzedan de bi qasî 25 hezar deng ferq heye.

Rêveberên AKPê li ser encamên hilbijartinê CHPê bi hevkariya rêxistinên terorê tawanbar dikin û dibêjin, FETO û PKKê di hilbijartinê de bi encamên dengan koteda/derbeya hilbijartinê li dijî AKPê pêk anîne.

 Namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu îro 3yê Nîsanê car din derket pêşberî medyayê û bang li YSKê kir ku proseya encamên hilbijartinê bidawî bîne û mazbeteya wî ya şaredariyê radestî wî bike daku bi fermî dest bi karê xwe bike.

Îmamoglu da xuyakirin ku rêveberên AKPê dixwazin ji ber vê têkçûna xwe bi daxuyaniyên şêlû û tawanbariyan aloziyê derxin, lê ew bûye şaredarê 16 milyon şêniyên Stenbolê û dixwaze demildest dest bi karê xwe bike.

Îmamoglu got, “Ez şaredarê Stenbolê me. Em edaletê û mazbeteya xwe dixwazin. Ez YSKê dawet dikim ku karê xwe bike.”

Di hilbijartinên 31ê Adarê yên herêmî de, li gor encamên nefermî piştî 25 salan cara ewil bajarê Stenbolê ji destê AKPê derket ku li raya giştî ya cîhanê jî ev serkeftina Tifaqa CHPê dengekî mezin veda û ji hikûmeta Tirkiyê tê xwestin encaman qebûl bike.

Lê belê hîn jî li Stenbolê afîşên ku namzedê AKPê Binalî Yildirim bi ser ketiye têne daliqandin û agahiyên ku rêveberiya AKPê ji bo ruxandina arşîv û belgeyên şaredariya mezin hinekî din demê qezenc bike di medya tirk de belav dibin.

Peyama Kurd / Stenbol