image

PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan wê hevdîtinên Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û partiyên bi ser PYDê ve yên PYNKê bi garantoriya Amerîkayê ji nû ve dest pê bikin.

Di danûstandinên heta niha hatine kirin de, di qonaxa yekem de li ser hevtêgihîştina siyasî herdu alî rêkeftibûn û di qonaxa duyem jî danûstandin li ser rêveberiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatibûn kirin.

Herî dawî her du aliyan li hev kiribû ku bi bingeh girtina peymana Duhokê ya sala 2014an danûstandinên xwe berdewam bikin.

Wekî tê zanîn PYD bi sedema ku wê otorîteya xwe ji dest bide, ji hevdîtinên ligel ENKSê re zêde ne dilxwaz e. ENKS jî dibêje, PYD bi fermanên PKKê tevdigere û lewma jî ew nikarin di hin mijaran de li hev bikin.

Lê belê tê zanîn ku Amerîka ji bo encamdana danûstandinên Kurdî-Kurdî fişarê li ser aliyan dike ku zêdetirî 6 meh in danûstandin rawestiyane.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên bi ewle ku ji Rojavayê Kurdistanê gihîştine PeyamaKurdê, Amerîka di demeke nêzîk de, wê aliyan careke din bîne ba hev û hewil bide, danûstandinên Kurdî-Kurdî bigihin encamê.

“Amerîka bi ser dîyaloga Kurd de dixwaze peyamekê bide Tirkiye û Îranê”

Welatên herêmê bi taybet jî Tirkiye û Îranê wekî tê zanîn li dijî diyaloga navbera Kurdan radiwestin û ji bo ev yek pêk neyê jî stratejiyan bipêş dixin û hewl didin danûstandinên yekrêziya kurdî negihîjin encamekê.

Lê belê Amerîka jî vê dizane û fişarê li Kurdan dike û dibêje, “Pêwîste hûn werin gel hev û vî karî çareser bikin. Hem jî di demeke herî zû de divê ev bê kirin.”

Tirkiye aliyê PYDê wekî terorîst û beşek ji PKKê bi nav dike û herwiha aliyê ENKSê jî piştî danûstandinên yekrêziyê xistiye nav wê kategoriyê.

Washington jî bi vê hemleyê re vê peyamê dide Tirkiyê, “Hûn ne tenê PYDê ENKSê jî wekî terorîst dibînin. Lê belê garantoriya dîyaloga Kurdan di destê me û misogeriya me de ye.”