image

PeyamaKurd – Pîştî yekem hevdîtina Joe Biden û Vladimîr Pûtîn a meha borî li Cenevê, hewldanên nêzîkbûnê yên herdu aliyên Amerîka û Rûsyayê di mijara Sûriyê de berdewam dikin.

Herwiha ev nêzîkbûn wekî nêzîkbûna dawîkirina şerê Sûriyê jî tê nirxandin ku êdî Amerîka dijberiyeke tund li hember pêwendiyên ligel rejîma Beşar Esed wekî berê nîşan nade.

Li gorî medya erebî bandora civîna Biden û Pûtîn li ser gelek mijarên têkildarî rewşa Sûriyê xwe nîşan daye û daxuyaniya Balyozê Rûsya yê li Washingtonê jî wekî mînak hatiye nîşandan.

Balyozê Rûsya li Washingtonê Anatoly Antonov li ser mijara nêzîkbûna Amerîka û Rûsyayê di krîza Sûriyê de gotiye, pirsporên Moskow û Washingtonê li ser mijara Sûriyê diyalogê dikin û diyar kiriye ku her du alî jî girîngiya van hewldanan dizanin.

Anatoly Antonov herwiha gotiye, Moksow dixwaze têkildarî Sûriyê di hemû aliyan de bi rêveberiya Biden re hevkariyê bike û daye zanîn; qonaxa jinûve avakirinê ya piştî bidawîbûna şer, alîkariyên mirovî, vegera penaberên Sûriyê û têkoşîna li dijî terorê di nav vê hevkariyê de cî digirin.

Herwiha li gorî nirxandinên şîrovekarên siyasî yên Rojhilata Navîn, çareseriya krîza Sûriyê ya şerê 10 salan berdewam dike, girêdayî helwesta herdu welatên zilhêz Amerîka û Rûsyayê ye ku ev nêzîkbûn dawîbûna şerê navxweyî yê Sûriyê jî nêzîk dike.

Li aliyê din vekişîna Amerîka ji Afganistanê û kêmkirina hêzên amerîkî li Rojhilata Navîn jî yek ji diyardeya rêveberiya Amerîka ye ku dixwaze ji nav aloziyên herêmê hêdî hêdî xwe bikişîne û rol bide aktorên din ên herêmê ku hevkariya leşkerî û lojîstîkî bo wan dike.