image

PeyamaKurd – Di bûyeran de ya herî girîng helwest e. Bûyerên civakî de û herwiha yên siyasî de jî herî insanên bi rûmet ew in ku li hember bûyerekê dibe xwedî helwest. Dema bûyerek rû dide, her kesek yan jî aliyek siyasî li gora dîtina xwe vê bûyerê dinirxîne û dibe xwedî helwest. Hinek însan hene jî li benda bûyera ne van bûyeran ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî dikin firsendek û hinek merazên xwe pêk tînin.

Wek tê zanîn dema PKKê li Başûrê Kurdistanê li cih û warê Pêşmergeyan de êrîşê Pêşmergeyan kir û 5 Pêşmerge şehîd kirin û hinek jî birîndar kirin, car din PKKê ji bo vê şermiya xwe wenda bike dest propagandeyek bi derewan kir. Behsa aşitiyê kir, car din behsa şerê birakujiyê kir û behsa Yekîtiya Netewî kir.

Kurt û kurmancî, PKK dîn dijminê aşitiyê ye û jiyana xwe ya siyasî de li gel aliyên Kurda xwe nêzikî aşitiyê nekiriye, eger di hinek qonaxan de li gel hinek aliyan lihevhatinek kiribe ev demikê bûye û tektîkî ev yek kiriye.

Şerê birakujiyê di felsefa PKKê de heye. Roja hatiye damezrandin heta wek îro, dest bi şerê aliyên din ên Kurdistanî kiriye. Li Bakur bê îstisna şerê hemû partî û rêxistina kiriye û destê wan di xwîna dehan ciwanên Kurdistanê de heye. Li başûr şerê tevgera azadixwaz a Başûrê Kurdistanê kiriye. Li Rojhilatê Kurdistanê di bin sîha îstixbarata Îranê de bi dehan Kurdên niştimanperwer şehîd kiriye, li Rojavayê Kurdistanê em hemû dibînin rojane çi dikin, kuştin û girtin û îşkencekirina Kurda, wek karekî xwe dikin. Ya ji hemûyan girîngtirîn PKKê van rêveberan bi hezara ciwanên Kurd ku ji eviniya welatparêziyê tevlî PKKê bûyîn kuştine. Bi gotina Abdullah Ocalan 15 hezar kes di nava PKKê de hatine înfazkirin. Lê xelkek di nava PKKê de kêmasi behsa kuştina 5-6 hezar kesa dikin. Di tovê PKKê ji bo kuştina Kurda hatiye reşandin.

Di jiyana PKKê ya siyasî de, tişta ku herî jê dûr Yekitiya Netewî ye. Her dema ku derfeta Yekîtiyek Netewî derdikeve holê PKK ji bo nav bibe û hewldana beravêtî bike behsa Yekitiya Netewî dike. Gelo partiyek ku xwe netewî nebîne, li ser xetek netewî siyasetê neke, dê çawa behsa Yekîtiyek Netewî bike? PKK gelek vekirî henekê xwe li vî miletî dike. Lê dixweyê, heta radeyekî bê helwestî bi xwe bûye sedem ku PKK van xerabiya berdewam dike.

PKK, bi propagandeya aşitiyê û dijderketina şerê birakujiyê, organizeyek kir û di vê çerçoveyê de, di serî de Şivan Perwer û hinek kesên ku xwe hunermend dibînin derketin piyasê. Li Ewropa derketin ser kanalên televizyone û behsa tiştên xweyalî kirin. Li dijê PDKê rasterast helwestek danîn. Hatin başûrê Kurdistanê heman helwesta xwe berdewam kirin, lê vê carê devê xwe guhertin. Ev ecûbeya hûnermenda li hember kiryarên Rojavayê Kurdistanê deng ji xwe dernaînin. Li hember kuştina ciwanekî Kurd, bê tawan bi hovane tiştek negotin.

Hatin Başûrê Kurdistanê û serdan hinek dezgehên mayda PDKê kirin. Mirov gelekî merak dike, gelo berpirsên van dezgehên ku pêşwaziya wan kirin, ji wan pirsîn ku hûn çima ji bo zelelkirina qetilkirina Emîn Îsa tev nagerin? Gelo we şehîdkirina 5 Pêşmergeyên Kurdistanê ji aliyê PKKê ve şermezar kir an na? Berpirsên van dezgehên medya ku Şivan û çend kesên pê re serdana wan kirin, gerek derkevin ser kanalên xwe û behsa hevdîtina xwe bikin. Lê mixabin wan jî bi têla Şivan û hevalên wî dan. Gerek demildest em kes ji dev karên xwe berdin û ji raya giştî ya Kurdistanê, ji malbatên Pêşmergeyên ku PKKe şehîd kirin û ji malbata Emîn Îsa doza lêborinê bikin.

Bêguman, gelek tişt hene ku mirov di derbarê vê de dikare behs bike. Lê bawer im ku tişta niha di vê nivîsê de hatî gotin bes e. Ji ber ku yên naxwazin tê bigîhin bi hezar rûpel jî bêne nivîsandin tênagihin.

Yê dizanê ji xwe ne hewceyê gotinê ye……….

Herî dawî mirov dikare bêje, nebin dîlê berjewendiyên xwe, nebin leyztika siyaseta PKKê, Kurd bin niştimanperwer bin.. Kêmasî li keda xwe bi xwe xwedî derkevin.

Çavkanî:RojevaKurd