image

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê di mijara kuştina rojnamevan Cemal Kaşikçi de beyanek da û wisa xuya dike ku wê di têkiliyên xwe yên bi Erebistana Si’ûdî re, berjewendiyên xwe yên stratejîk bide pêşiya her tiştî. Lê herkes li bendê bû bê wê serokê Amerîkayê di vê mijarê de çi bibêje.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew naxwaze peymanên berê yên firotina sîlihan ku di navbera Amerîka û Erebistana Si’ûdî de bixe talûkeyê û vê fikra xwe li Koşka Sipî bo rojnamevanan ragihand. Her weha got ku ew naxwaze peymanên bi mîlyar dolaran ku bi Erebistanê re îmze kiriye dev ji wan berde. Trump got; ger dev ji wan peymanan berde, wê bihayê petrolê derê asta herî bilind. Noqteya herî girîng jî Trump ragihand ku ew dev ji Erebistanê berde, Erebistan dikare sîlihên xwe ji Rûsya û Çînê bikire.

Trump, dubare kir ku bo rêvebiriya Riyadê dorpêçên giran daniye, di mijara kuştina Kaşıkçı de bo 17 kesan dorpêçê daniye û Erebistan bo Amerîkayê hevkarekî gelek girînge ku li dijî hevkarên Îranê Hûsiyan, bi Erebistanê re hevkariyê dike ku nahêle desthilatiya Îranê li herêmê bi pêşde here.

Amerîka şeklên nû dide siyaseta xwe ya di herêmê de

Amerîka di mijara bergirtina li siyaseta Îranê di hêrêmê de, têkoşîna li dijî terorê, hevdîtinên aştiyê di navbera Îsraîl û Fîlîstîniyan de û bo ewlekariya Îsraîlê di herêmê de, bi dewletên hevkar re di herêmê de koordînasyonê dike.

Li Erebistana Si’ûdiyê nearamî û bêîstîqrarî bo berjewendiyên Amerîkayê xerab e. Hem Amerîka bo bazara petrolê, bo îstîqrar û denklema pêşkêşkirina (arza) petrolê gelek tiştan di destê xwe de digre. Amerîka, bi sedema ku di bazara petrolê de dolar tê bikaranîn, siyaseta petrolê ya Erebistana Si’ûdiyê, bo desthilatiya aboriya dinyayê di destê xwe de digre û weka perçeyekî wê dibîne.

Amerîka, di şerê ku li Afxanistanê de dike û di herêmê de têkoşîna bo li dijî terorê dide û bo berteref bike, Erebistanê weka perçeyek ji stratejiya xwe dibîne. Ev strateji ciyê Erebistanê di nava stratejiyan de girîng dike û baregehên leşkeri li Kendavê, tevgerên Amerîkayê bo Somaliyê, Iraq, Sûriye û Yemenê hêsan dike.

Bandora kuştina Kaşıkçı li ser siyaseta Amerîkayê

Kuştina Kaşıkçı, wê badnoreka çawa li ser siyaseta Amerîkayê ya ku di herêmê de dimeşîne bike, di nava desthilatdariya Amerîka de jî hîn zelal nebûye. CIA, wezaretên kerên derve û hundir, şêwirmendiya ewlkeriya netewî, Koşka Sipî û kongreya Amerîkayê, demokratên di meclisa temsîlkaran de û di senatoyê de, layangirên komariyan di fikra xwe de ne zelal in.

Di nava rêvebiriya Amerîka de, meyla der û dora Trump ew e ku kiryarên bên kirin, divê xesarê nede têkiliyên stratejîk. Trump bê ku rast e rast prens Muhammed bixe hedefa xwe, gelek cara Erebistanê rexne kiriye û îhtîmala ku Selman ferman nedabe wê grûba ku rêya şiddetê bikaraniye, daye berçav. Deriyê wê vekirî hiştiye.

Di hilbijartinên ku di 7 ê mehê de hatin kirin de, demokratan di meclisa temsîlkaran de piraniyê xistin destê xwe û di senatoyê de komarî piraniyê xistin destê xwe. Demokratên di senatoyê û di meclisa temsîlkaran de zorê didin ser Trump da dorpêçan deyne ser Muhammed Selman. Hetta dixwestin ku balyozê Amerîkayê yê Washingtonê biqewirînin. Bang li Trump kirin ku eger tiliya prens an yek rêvebirekî Erebistanê di nav kuştina Kaşıkçı de hebe û bê îspatkirin, ne tenê Amerîka lê Brîtanya, Fransa, Almanya û hevkarên wan dorpêçê deynin ser Erebistanê. Daxwazeka dinê hebû eger serdozgerê Erebistanê bi rêvebiriya Tirkiyê re hevkarî neke, bila lêpirsîna navdewletî di derbarê wan de bêkirin.

Lê tişteka rast heye ku kuştina Kaşıkçı dostên Erebistanê yên li Amerîkayê xistiye halekî nexweş, îmaja wan ya dinyayê xerab kiriye û bû sedem ku herkes bi çaveka dinê li Erebistanê dinêre.

Kuştina Kaşıkçı bû sedem ku qismen dijberî kete navbera demokratên kongreyê û komariyan. Tevî wî jî Trump piştgiriya xwe bo Erebistanê û Selman da dewamkirin. Bi paşde gav neavêt.

Wisa xuya dike ku tevî kesên nêz yên li dora prens Selman kuştina Kaşıkçı kirine jî, wê Erebistana Si’ûdî di Rojhilata Navîn de, wê bo Amerîkayê dost û hevkarekî stratejîk bimîne. Tenha tişta ku karibe tewrê Amerîkayê li dijî Erebistanê biguhêre, gengeşiya ku di nava malbata qraliyeta Erebistanê de derê ye.