image

PeyamaKurd - Piştî pevçûnên navbera komên çekdar ên Artêşa Milî ya Sûriyê (SMO) û Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ) ku herêmên wek, devera ‘Çiqla Zeytûnê’ hatine binavkirin, ketin bin kontrola HTŞê, bêdengmaniya Tirkiyê cihê gumanê ye.

Hem ev bêdengî hem jî helwesta Tirkiyê ku destwerdana rewşê nake, nîqaşeke nû daye destpêkirin. HTŞ (El Nûsraya berê) ya ku baskekî El Qaîdê ye û li Tirkiyê jî di nav lîsteya rêxistinên terorîst de ye, Efrîn xist bin kontrola xwe.

‘Enqere ji pevçûnên rû didin bi hêrs e”

HTŞê piştî şerê dijwar piştevaniya xwe bo komên çekdarên ên bi navê Cepheya Şam û Ceyşu’l Îslam li hember komên Tumena Hemza, Suleyman Şah û Ehrar eş-Şam ragihand ku di nav Feyleqa Sêyem a Artêşa Milî ya opozîsyona Sûriyê de cî digirin.

Şerê navbera  Feyleqa Sêyem a Artêşa opozîsyonê û koma Hemzet piştî ku rojnamevan Ebû Xanûnê wekî Muhammed Abdullatîf tê naskirin û hevjîna wî ya ducanî li herêma kontrola Tirkiyê ya ‘Mertalê Firatê’ hatin kuştin, dest pê kir.

Li demeke ku şer û pevçûnên li Efrînê berdewam dikirin, herdu komên Cepheya Şamê û Ceyşul Îslam li pey hev paşve vekişiyan û Tirkiyê ji vê rewşê re bêdeng ma.

Li gorî çavkaniyên Tirk sedemên bêdengî û xemsariya Tirkiyê hêrsa Tirkiyê ya li hember pevçûnên hin komên nav Artêşa Milî ya Opozîsyonê û nerazîbûna ji performansa wan a li herêmên Mertalê Firatê û Çiqlê Zeytûnê bûye. Herwiha Tirkiyê fêm kiriye ku ew kom ji bo serdestiya xwe li ser komên din pêk bînin şerê hev dikin.

“Rizamendiya Tirkiyê nebûya ne mimkun bû bi hêsanî bikevin wan herêman”

Çavkanî dibêjin, guherîneke li bakurê Sûriyê (Rojava) ya nexşeyê ne mimkun e bêyî agahdarî û rizamendiya Tirkiyeyê pêk were.

Herwiha didin xuyakirin ku ev encex dikare bi rêkeftineke nû ya bi piştevaniya Rûsyayê ya ligel rejîma Sûriyê pêk were.

Li gorî analîstên herêmê, ne mimkun bû HTŞ bêyî rizamendiya Tirkiyeyê wisa bi hêsanî bikeve wan herêmên kontrola artêşa Tirkiyê. Dîsa didin xuyakirin ku piştî ku HTŞ û komên nêzîkî wê bibin yek hêz, difikirin ku wê bikaribin deverên mayî yên Idlibê û deverên sînorî yên Sûriyê hemûyan wekî yek hêzekê kontrol bikin.

Analîst destnîşan dikin ku hewldanên vekişandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya bi kûrahiya 30 kîlometran, wê bibe asteng ji danûstandinên ligel rejîma Sûriyê bêne kirin û dibe rewşê hîn xetertir bike.

‘Tirkiye ji bo ji ketina Efrînê ya HTŞê re bêdeng ma?”

Li aliyê din ketine Efrînê ya HTŞê, dibe ku deriyê êrîş û destwerdana Rûsyayê wekî Idlibê li ber HTŞê veke.

Ev jî vê îhtimala ku wê HTŞ nikaribe zêde di Efrînê de bimîne û erka wê ya hatine Efrînê jî bi gazîkirina wan komên din pêk hatiye. Ango bi taybet jî koma Suleyman Şah were bihêzkirin û îhtimala kontrola wê ya li ser Baskê Sêyem ê Artêşa Milî were bidawîkirin heye.

Wê ev jî bihêle ku têkoşîna navbera komên Tirkiye piştevaniya wan dike, car caran were kêmkirin.

Heger em vegerin ser rêkeftina ku Rûsya û Tirkiyê li ser Idlibê kiriye, Tirkiye ji bo dûrxistina HTŞê ji Idlibê hatibû erkdarkirin. Moskow, Enqereyê tawanbar dike ku erka xwe ya rêkeftinê bicih neaniye.

Ji ber vê jî çavdêr dibêjin; bêdengmayîna Tirkiyê ya li hember ketina Efrînê ya HTŞê, tevî ku hemleyeke bo plana vegerandina penaberan be jî herwiha wekî yek ji qonaxa xebatên xistina kontrolê ya komên Sûriyeyî tê nirxandin.


Şerqu’l Ewset | Said Abdurrazik

Werger û Sererastkirin: PeyamaKurd