image

PeyamaKurd – Karvedana ser kuştina xortê Kurd Bariş Çakanê 20 salî ku du roj berê li navenda paytexta Tirkiyê Enqereyê bi awayekî hovane bi derbên kêran hat kuştin, berdewam dikin.

Bi rêya daxuyaniyên Walîtiya Enqerê û Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, kuştina Bariş Çakan hat berevajîkirin ku wekî ku Bariş ne bi nijadperestî û ne ji bo guhdana muzîka Kurdî hatiye kuştin, hat nîşandan.

Tevî fişara dewletê û bêdengkirina hinek endamên malbatê jî xizm û hevalên Bariş berevajî daxuyaniyên fermî dibêjin, Bariş ji ber Kurdbûna xwe û muzîka Kurdî hatiye kuştin ku berê jî heman kesên nijadperest bi wan sedeman êrîşî wî û hevalê wî kirine.

Nas û xizmê malbata Bariş Çakan, Nurettin Bilir dibêje, kuştina Bariş Çakan ne tesaduf e û beriya niha jî hem li ser medya civakî hem jî li nav bajêr, ji ber Kurdbûna wan û Kurdî gef li Bariş û hevalên wî hatine xwarin.

Di hevpeyvîna ligel K24ê de Nurettîn Bilir gotiye, piştî kuştina Bariş ku deng vedaye dewletê fişar li ser malbatê kiriye û “Devê malbata Bariş zivirandine û malbat û Komeleya Panosê di bin zor û zexta siyasî de ne."

Doh di medya tirkî de, bi rêya Ajansa Anadol a fermî ya Tirkiyê û çend weşanên din, dema cenazeyê Bariş dihat rakirin, ji devê bavê Bariş Çakan, Nihat Çakan û hinek xizmên wî daxuyaniya Walîtiya Enqerê ya ku îdia kiribûn, ‘ne ji ber kurdî û kurdbûnê’ hatiye kuştin hatibû belavkirin, lê belê hevdem hinek endamên malbatê û xizmên wan gotibûn, ‘nexêr Bariş ji ber guhdana muzîka kurdî’ rastî êrîşê hatiye û ew bi awayekî hovane bi derbên kêran kuştine.

Xizmê malbatê Nurettîn Bilir jî dubare dibêje ku Bariş ji ber muzîka Kurdî hatiye kuştin û kesên êrîşkar berê jî êrîşî Bariş û hevalê wî kirine.