image

PeyamaKurd Di çarçoveya festîvalên ku ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyê ve di bin banê Festîvalên Rêya Çandê de, têne lidarxistin li Diyarbekirê jî ji 8ê Cotmehê ve Festîvala Sûrê ya Rêya Çandê hatiye destpêkirin. Di vê festîvalê de nebûna ti şopeke dîrok, çand û nirxên kurdî bûye sedema nerazîbûn û bertekan.

Dihat hêvîkirin ku di festîvala li navçeya Sûra Diyaberkirê tê lidarxistin de, bi şanoyên têne lîstin êşa gelê herêmê û serboriya janbar a wê deverê jî cî bigire. A rast divîyabû bi naverok û wateya ‘çandê’ re; çand, huner û dîroka Kurdan û Diyarbekirê jî bihata pêşandan.

Dîsa hêvî ew bû ku di çalakî û konserên wezaret saz dike de; hunermendên Kurd, stranên kurdî û hêmayên çanda kurdî jî cih bigirta, lê mixabin tenê cî dane tirkî û mijarên îslamî.

“Bixwazin nexwazin jî Diyarbekir bajarekî Kurd e”

Îdiayên ku Festîvala Rêya Çandê ya Sûrê, ji aliyê walî û qeymeqamên ev demek dirêj e bi îdareya qeyûm bajêr birêve dibin û bi awayekî bêdeng vê festîvalê li xelkê bajêr ferz dikin jî di nav xelkê Diyarbekirê û Kurdan de bûye sedema nerazîbûnê.

Ahmet Bulut ê 56 salî ku bi salan e li navçeya Sûrê esnaftiyê dike ji PeyamaKurd re wiha dibêje:

“Bi salan e li vê derê me, li Sûrê me. Min şer jî dît roniya rojê jî. Niha li vê derê festîval tê lidarxistin, lê ti şopeke Kurdî tê de nîne. Dixwazin bila qebûl bikin, yan jî nekin Diyarbekir bajarekî Kurd e. Ji sedî 90ê xelkê vê derê Kurd e. Bawer bikin piraniya vê qelebalixê ji derve hatiye û ji ciwanên ti girêdana wan a siyasî nîne pêk tên. Erê dibêjin, çand, biratî û yekîtî lê ger hûn ti cihekî nedin ziman û çanda Kurdan, wê çawa bibe? Nabe. Ev festîval ne ya me ye û me nîşan nade.”

Ji ber vê festîvalê bandoreke nebaş li ser Diyarbekirîyan û Kurdan çêbûye. Lîstikên şanoyê yên li Sûrê têne lîstin, konser, pêşangeh, bername, çalakiyên zarokan û nîşandana fîlman ku di wan de ti şopeke kurdî xuya nake, bûye sedema pirsê di serê mirovan de. Pirsa ku ‘gelo festîval bi zorê li ser xelkê herêmê têne ferzkirin?’ bi bîr tê.

“Bi van kirinan Kurdan zêdetir ji xwe dûr dixin”

Welatiyeke bi navê Hatice Kayadil a ji Diyarbekirê wiha dipeyive: “Jê re dibêjin Festîval, lê festîvala çi? Ev çanda tunehesibandina Kurdan e? Dibêjin, yekîtî lê ti şopeke Kurdî nîne. Min tenê bernameya mewlûdê dît.

Çima hunermendekî Kurd tê de nîne? Çima cih nedane Kurdî? Dema ji bo hilbijartinan dengan dixwazin, dizanin bi kurdî biaxivin. Ev tiştekî gelekî şaş e. Bi van kirinan Kurdan zêdetir ji xwe dûr dixin.”

“Gelo avakirina çandeke nû tê ferzkirin?” 

Dîroka çand û civaka Diyarbekirê diçe heta sed salan, lê nebûna ti şopên gelê Kurd di vê festîvalê de, nêrîna ku hewl didin çandeke nû ava bikin û li Kurdan ferz bikin derdixe holê.  

Pirsa; “Gelo nebûna ti çalakiyên derbarê Kurdan û zimanê Kurdî de, îhmalkarî ye yan jî bi qest tê kirin?” di serê gel de çêbûye.

Gelê Kurd baş dizane ku ne Diyaberkir bê Kurd ne jî Kurd bêyî Diyarbekirê dibin.

Di vê çarçoveyê de jî gelê Diyarbekirê ji van festîvalên ku bi milyonan pere li wan têne xerckirin zêdetir li benda wê yekê ne ku berî her tiştî çareserî ji bihayî, hejarî, kêşeyên herêmê û pirsa Kurd re bê dîtin.

“Kurdî vî welatî parçe nake. Lê yekbûnê xurtir dike.”

Welatiyê bi navê Metîn Ozkayna wiha dibêje: “Ev ne Kurd im, ji bo festîvalê ji Meletiyê hatim. Ev hatina min a yekem e bo Diyarbekirê, bajarekî pir xweş e. Hemû Tirkiye dizane ku piraniya xelkê Diyarbekirê Kurd in. Em jî şaş man bê çima derbarê çand û zimanê Kurdî de, tiştek nîne.

Niha Ereb û Afganan Tirkiye dîl girtine, tabelayên wan li her derê hene. Anonsên Erebî li her derê hene. Bi rastî jî nebûna ti şopeke Kurdî di vê festîvalê de, ez xemgîn kirim. Kurdî vî welatî parçe nake. Berevajî wê yekbûnê xurtir dike. Helbet ev nêrîna min e, kê çi şîroveyê dike em nizanin.”

Ev festîvala ku li Sûrê tê lidarxistin, bûye sedema bertek û nerazîbûnan. Her çiqas festîval qelebalix xuya bike jî şêniyên bajêr li ser medya civakî bertekê nîşan didin. Tê çaverêkirin, ev rewşa ku bi festîvalên têne ferzkirin derketiye holê, di rojên pêş de jî were nîqaşkirin û bertek jê re bêne nîşandan