image

PeyamaKurd – Hikûmeta Bexdayê piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya nasnekirina yasaya Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê ku di meha Sibatê de ew biryar hatibû dayîn, kete tevgerê û dixwaze peymanên petrolê yên bi welatên din re bi kompaniya SOMO ya Iraqê re bêne kirin.

Li gorî nûçe-analîza di DW û Reutersê de hatiye belavkirin, li ser mijara firotina petrol û gazê ku di navbera hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê de bûye sedema nakokiyê, hikûmeta Bexdayê ji bo dahatên enerjîyê bixe kontrola xwe ketiye nava tevgerê.

Beşdayê daxwaz ji kompaniyên petrol û gazê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin kiriye ku peymanên xwe ji niha û şûnde ligel kompaniya petrolê ya girêdayî hikûmeta Iraqê çêbikin.

Dadgeha Federal a Iraqê, meha Sibata borî biryareke derbarê yasaya petrol û gazê ya Herêma kurdistanê ya 2007an derxistibû û gotibû, ew yasa li dijî destûra Iraqê ye ku ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bertekên tund li dijî wê biryarê hatibûn nîşandan.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Îsmaîl jî piştî biryara Dadgeha Federal 7ê Gulanê ragihandibû ku wê biryar were cîbicîkirin.

“Bexdayê serî li kompaniyeke hiqûqê ya New Yorkê da”

Li gorî nûçeyeke ajansa Reutersê, Wezareta Petrolê ya Iraqê li ser mijarê kompaniyeke hiqûqê “Cleary Gottlieb Steen and Hamilton”bi nameyeke ku 8ê Gulanê nivîsandiye erkdar kir. Di nameya hikûmeta Iraqê de, ji wê kompaniya hiqûqê ya naskirî hatiye xwestin, bi kompaniyên li Herêma Kurdistanê kar dikin re bikevin pêwendiyê û hevdîtinan ligel wan bikin daku xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanî li gorî destûra Iraqê pêk bînin.

Di nameya bo wê kompaniya hiqûqê hatiye nivîsandin de, li gorî biryara Dadgeha Federal pêwîste ew kompanî sererastkirinan di peymanên xwe de pêk bînin.

Herwiha hin çavkaniyan jî diyar kiriye ku wezareta Iraqê yekser wekî muxatab ji wan kompaniyan re li ser mijarê nivîs şandiye.

Ji bo sererastkirina peymanan komîte hat avakirin

Çavkaniyeke ji şêwirmendiya hiqûqê ya Wezareta Petrolê ya Iraqê ji Reutersê re daye xuyakirin, mebesta wan ew e ku ji niha û şûnde peymanên petrol û gazê bi hikûmeta navendî re werin kirin. Rayedarê iraqî, daye xuyakirin ku bi beşdariya Wezîrê Petrolê Îhsan Îsmaîl û endamên Lijneya Kontrolê ya Dadgeha Federal komîteyeke ava kirine ku peymanên ligel kompaniyan hatine girêdan werin kontrolkirin.

Kompaniyên biyanî dixwazin bi Kurdistanê re bixebitin

Hêjayî bibîrxistinê yu ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê yasaya enerjîyê de nas nake.

Herwiha nûnerekî ji kompaniyên biyanî yên ligel Hikûmeta Kurdistanê kar dike daye zanîn ku kompaniyên biyanî yên li Kurdistanê kar dikin, bêyî kordîneya ligel Rêveberiya Herêma Kurdistanê naxwazin pêwendiyeke yekser ligel Bexdayê pêk bînin.

Hatiye diyarkirin ku Wezareta Petrolê ya Iraqê li benda bersiva kompaniyên li herêma Kurdistanê di warê petrol û gazê kar dikin e û heger bersiveke bi dilê xwe ji wan nestîne jî tê gotin ku wê serî li tedbîrên hiqûqê bide.