image

PeyamaKurd – Li demeke ku krîza Ûkraynayê mijar û rojeve sereke ye li cîhanê, Rûsyayê di çarçoveya aloziya Ûkraynayê de, hêzên teqwiye, balafirên herî xeter û moşek li Baregeha Himeymim a Sûriyî bicih kirin.

Li gorî ragihandina medya Erebî, "Êdî baregeha Himeymim a rojavayê Sûriyê derbasî xeta aloziya navbera Moskow û NATOyê bûye, bi taybet jî piştî xetertirîn balafir û moşek li baregehê hatine bicihkirin.”

Li gorî nûçeyan Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu jî li nêzîk serdana baregehê kiriye da ku çavdêriya mezintirîn tedbîqatên Rûsyayê li Deryaya Spî ya rojavayê Sûriyê li dijî rahênanên deryayî yên NATOyê li Deryayê Spî bike.

Rojnameya El-Baas a berdevkiya partiya rejîma Sûriyê dike, diyar kiriye ku piştî Moskowê pêşniyara pêkanîna bazarên li ser Ûkraynayê li beramber Sûriyê yên Washingtonê qebûl nekiriye Şoygu jî serdana Sûriyê û baregeha Himeymimê kiriye.

Di nirxandinên çavdêr û pisporan de jî tê eşkerekirin ku dosyeya Sûriyê jî bi alozî û ragêşiya Ûkraynayê ya navbera welatên Rojavayî û Rûsyayê ve tê girêdan ku hebûna Amerîka û Rûsyayê ya li Sûriyê di wê rikeberiya hêzan de bi awayekî nûjenkirî tê bikaranîn.

Herwiha êdî hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li bakur û rojhilatê Sûriyê ango li Rojavayê Kurdistanê jî ji ber aloziya Ûkraynayê pozîsyoneke nû distîne li hember hebûna hêzên Rûsyayê.

Li aliyê din jî êrîşên Îsraîlê yên li dijî bingehên Îranê yên li Sûriyê wekî tê zanîn tevî berjewendiyên hevpar ên Rûsya-Îran û rejîma Sûriyê jî bi erêkirina Rûsyayê heta niha pêk dihatin.

Îsraîlê di vê qonaxa aloziya Ûkrayna-Rûsyayê de, ji Moskowê aciz neke û operasyonên xwe yên li Sûriyê berdewam bike, firotina sîstema parastina moşekî ya asmanî “Qube Hedidiye” (Iron Dome) bo Ûkraynayê rawestandiye.

Li gorî çavdêran di çarçoveya krîza Ûkraynayê de ku welatên Rojava û Rûsya hatine beramberî hevdu her çiqas wekî mijareke talî bimîne jî hevsengiya li Rojhilata Navîn jî diguhere.

Herwiha di vê qonaxa nû de, Amerîka jî hebûna xwe ya li Rojava û Başûrê Kurdistanê û alîkariyan hêzên Kurdî di çarçoveya hevsengiya hêzan de wê bidomîne.