
PeyamaKurd – Îro 24ê Tîrmeha 2020n roja Înê piştî 86 salan yekem nimêjê Înê li dêr û muzexaneya Ayasofyayê (Hagia Sophia) hat kirin. Serokê Diyaneta Tirkiyê jî bi şûr wekî nîşaneya fetihkirinê derket ser minberê.
Herwiha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku biryara veguhestina mizgeftê bo Ayasofyayê daye jî beriya nimêjê li Ayasofyayê qûran xwend.
Erdogan bi vê pêngava nimêja Ayasofyayê re daxwaz û peyama siyaseta şûr ango fetihkirin û vegera li xîlafeta Osmaniyan da hemû cîhanê.
Tevî ku Yekîtiya Ewropa û cîhana xrîstiyan bertekên tund bo vê biryara Tirkiyê nîşan dane jî deshilata Tirkiyê ya ketiye pey xeyala Osmaniyê û xîlatefê ji vê biryara xwe paşde gav neavêt û îro bi beşdarî û propagandayeke mezin nimêja înê li Ayasofyayê hat kirin.
Herwiha dema nimêja înê li Ayasofyayê ala Fethê ya Kesk jî hat daliqandin û Serokê Diyanetê jî vegeriya heyama Osmaniyan ya feth û dagirkeriyê û bi şûr peyama xwe gihan hemû cîhanê û qaşo alema Îslamê.
Xaleke girîng a din jî îro 24ê Tîrmehê roja îmzekirina Peymana Lozanê ye ku sala 1923yan bi dewletên ji şerê cîhanê derketibûn re hatibû girêdan.
Bi wp peymanê re herwiha parçebûna Kurdistanê di navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de jî 97 sal berê hatibû misogerkirin.
Deshilata Tirkiyeya niha peymana Lozanê jî qebûl nake, lê aliyê opozisyonê yên Kemalîst ango Partiya Komariya Gel (CHP) jî wê peymanê wekî tapoya Tirkiyê dibîne.
Deshilatdariya Erdogan herwiha van demên dawî bi mînakên operasyon, destwerdan û êrîşên ser welatên Sûriye-Rojavayê Kurdistanê, Libya û Iraqê (Herêma Kurdistanê) dixwaze siyaseta fetihkirinê ya Osmaniyan ji nû ve bimeşîne û erdên xwe berfirehtir bike.
Dîsa bi pêngavên wekî mizgeftbûna Ayasofyayê jî dixwaze vegere xîlafetê ku niha welatên Ereb bi tundî li dijî van hewldan û helwestên Tirkiyê derdikevin, ji nû ve bide vejandin.