image

PeyamaKurd – Di ser hilbijartinên giştî yên Iraqê de ku 10ê Cotmeha 2021ê hatibûn lidarxistin de, zêdetirî 10 meh derbas bûn lê hîn jî hikûmeta nû nehatiye avakirin û krîza siyasî jî bi xwepêşandan û protestoyên aliyan kûrtir bûye.

Piştî ku hewldanên avakirina hikûmeta piranî yên hevpeymaniya herî mezin a serkeftiyê hilbijartinan Tevgera Sedir, ji ber astengiyên aliyên şîe yên nêzîkî Îranê bi ser neketin alozîya siyasî li Iraqê hîn zêdetir bû.

Protestoyên alîgirên Sedir dewam dikin

Rêberê Tevgera Sedir, 74 parlamenterên xwe ji parlamentoya Iraqê vekişandin û bi vekişîna ji proseya siyasî re jî biryara xwepêşandanan da ku li dijî namzedê serokwezîrtiyê yê Çarçoveya Hemahengiyê ya partiya Nûrî Malîkî Dewleta Yasa pêşengtiya wê dike, protesto dan destpêkirin.

Ev du hefte zêdetir e protestoyên alîgirên Tevgera Sedir dewam dikin ku zêdetirî hefteyekê jî di nav hola parlamentoyê de kom bûn.

Ji nav partiyên Çarçoveya Hemahengiyê dengên cuda derdikevin

Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîeyan ji 6 partiyan pêk tê, lê bi taybet piştî ku Sedir daxwaza hilweşandina parlamentoyê kir û xwest, hilbijartin werin lidarxistin dengên cuda ji nav Çarçoveya Hemahengiyê jî derdikevin ku li gorî raporên medyayê tê gotin ku rûbirûyî parçebûnê bûye.

‘Ev nîşaneya têkçûna nêrîna siyasî ya Çarçoveya Hemahengiyê ye’

Rojnameya El-Beyan a erebî jî li ser mijarê nivîsek belav kiriye û diyar kiriye: "Vexwendina serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedr a li ser pêkanîna hilbijartên nû û hilweşandina parlamentoyê parçebûnek di Çarçoveya Hemahengiyê de çêkiriye. Ew jî bloka ku tê de Nûrî Malikî û hevalbendên wî tê de hene ye. Ev yek nîşaneyên têkçûyîna nêrîna sîyasî ya ku li ser bingeha Çarçoveya Hemahengiyê hatiye avakirin e.”

Sedir: Piştî gotina azad a gel ti sûdeke dîyalogê tune ye!

Muqteda Sedir di peyama xwe de gotibû: "Bi rêya xebata demokrasî ya şoreşgerî ya aştiyane û xebata hilbijartinên pêşwext piştî hilweşandina parlamentoya niha, wê rûyên kevn êdî tune bin. Me diyalog bi wan re çêkir, lê tiştê bûye gendelî bû. Ti sûd ji diyalogê tune ye, bi taybet piştî gel gotina xwe ya azad kir."

Hevpeymaniya Fetih piştgiriya bo Sedir eşkere kir

Li aliyê din piştî daxuyaniyên Sedir, yek ji nîşaneyên parçebûnê ji serokê Hevbendiya Fetih Hadî El-Amirî hatiye ku Amirî bi awayekî eşkere piştgirî da xîtaba Sedir.

Amirî dibêje: "Em lidarxistina hilbijartinên pêşwext ku Sedir banga wê kiriye, destek dikin. Nexasim jî li hember hilbijartinên berê îtîraz hatin kirin. Pêdiviya vê yekê bi diyalogeke nîştimanî ya giştî heye, da ku soz, mekanîzma û pêdiviyên lidarxistina wê werin pêkanîn û diyarkirin. Herwiha rewşa guncaw ji bo lidarxistina hilbijartinên azad û zelal were peydakirin da ku welatî bi xebata siyasî bawer bikin."

Wê Hadî Amirî seroktiya gotûbêjên ligel Tevgera Sedir bike

Herî dawî Çarçoveya Hemahengiya Şîe şeva 4ê Tebaxê civînek li dar xist û tê de, bi fermî biryar hatiye dayîn ku Hadî Amirî weke serkirdeyê herî temenmezin di gotûbêjên ligel Muqteda Sedir de cî bigire daku çareseriyek ji qeyrana têkdana parlamentoyê û pêkanîna hikûmeta nû re were peydekirin.

Lê belê li aliyê din Çarçoveya Hemahengiyê biryara namzedkirina Mihemed Sûdanî ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê didomîne ku alîgirên Sedir li dijî wê biryarê li meydanan e.