image

PeyamaKurd – Dezgeha medyayî ya Amerîkî CNN bi zarê pisporên Amerîkî ragihand ku zêdetirîn hedefên bigûman ji tolhildana Îranê re li ser kuştina Qasim Silêmanî, hêzên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriyê ne. Li gorî raporta CNNê metirsiya herî zêde ya tolhildana Îranê li ser hêzên Amerîkî yên li Sûriyê ye.

CNNê li ser zimanê analîzvanên xwe wiha got:

"Cezayên kuştina Qasim Silêmanî hê jî ne diyar in. Lê belê hedefên bigûman ên tolhildanê, hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyê ye ku li deverên çend mîlan ji hêzên El-Heşd El-Şebî ya Iraqê ve dûr e.”

Pisporê di antî terorê de Charles Lester dibêje: "Hebûna Amerîkayê li Sûriyê êdî pir lawaz bûye. Ew jî piştî lawazbûna bandora wê ji hêla baweriya hevkarên wê ye."

Charles Lester diyar dike: "Dibe hevalbendên Amerîkayê yên li Kendavê, bi taybet Behreyn, Îmarat û Erebistana Siûdiyê, bibin qurbaniya bergiriyên tolhildana Îranê. Herwiha jî dibe baregeha El-Edîd ya Amerîkayê ya li Qeterê gûmana tolhildana Îranê be."

CNNê li ser zimanê pisporê parastinê Been Friedman jî da xuyakirin: "Tişta ku Washingtonê kiriye, karekî bêserûber bû. Ji ber ku hêzên wê yên li herêmê têrê nake li hember tevliheviyên bigûman bisekine."

Friedman dibêje: "Texmîn nakim ku Îran dê şerekî bi Amerîkayê re dest pê bike. Lê belê dê hin kiryarên şantajê li dijî hêzên Amerîkayê, pêk bîne."

Friedman diyar dike ku hêza Amerîkayê ya li Sûriyê ya ku ji 500 endaman pêk tê, bi taybet dibe ku rastî metirsiyê were.