image

PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê piştî hilbijartinên pêşwext ên 10ê Cotmeha 2021ê, di 9ê Çileyê 2022yan yekem rûniştina xwe ya piştî hilbijartinan li dar xist. Di rûniştina yekem de, parlamenteran sonda yasayî xwar û desteya encûmena nûneran hat hilbijartin.

Berî destpêkirina danûstandinên damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê jî divê posta serokomariyê were diyarkirin ku dema tomarkirina navan piştî civîna parlamenê dest pê kir.

Di civîna 9ê Çileyê de Mihemed Helbûsî ji pişka sûniyan ji nû ve wek serokê parlamena Iraqê hat hilbijartin. Hakim Ilzamî wek cîgirê wî yê yekem û Şaxewan Ebdulla jî ji PDKê wek cîgirê duyem hatin hilbijartin.

Medya Iraqê belav kiriye ku Helbûsî piştî hilbijartinê ragihandiye: “Di 15 rojan de kesên dixwazin bibin serokomar, dikarin navên xwe tomar bikin.”

Posta serokomariyê li gorî destûra Iraqê pişka Kurdan e û heta niha ew post ji ber rêkeftina navbera PDK û YNKê ji aliyê YNKê ve dihat diyarkirin, lê vê carê PDK jî daxwaz dike bi sedema zêdebûna kursî û dengên xwe, posta serokomariyê ew diyar bikin.

Heta niha her du partiyên Kurdistanê li ser diyarkirina navekî ji bo serokomariya Iraqê daxuyanî nedane. Serokomarê Iraqê Berhem Salih posta serokomariyê ji serokomarê berê Fuad Mehsûm ku ew jî ji YNKê bû wergirtibû.

Ji bilî aliyên Kurd namzedên serbixwe jî dikarin ji bo posta serokomariyê navên xwe tomar bikin. Lê belê ji ber ku li gorî destûra Iraqê ew post pişka Kurdan e heta niha serokomar ji aliyê Kurdan ve hatiye diyarkirin.

Ji aliyê PDK û YNKê ve navekî nû ji bo posta serokomariya Iraqê ji raya giştî re nehatiye eşkere kirin. Her çiqas ti daxuyanî û nêrîneke hevbeş nehatiye eşkere kirin jî eger heye Berhem Salih serdema duyem jî bi lihevkirina herdu partiyên Kurdistanê wê postê dewam bike.