image

PeyamaKurd – Piştî gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên 12ê Kanûna 2018an ku got, ‘Dê di nav çend rojan de operasyona Rojhilatê Firatê dest pê bike’ dezgehên medyayî yên cîhanê cihekî fireh dan mijra operasyona ser hêzên Kurd li Sûriyê.

Pentagonê li ser gotinên Erdogan ragihand, “Hemleya yekalî ya leşkerî bo Bakurê Sûriyê, bi taybet li demeke ku leşkerên Amerîkî li wir û li wan nêzîkan in, gelekî cidî û metirsîdar e. Em hemleyên bi vî awayî qebûl nakin.”

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî li ser gefên operasyonê yên Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan daxuyakirin, heger êrîş bikin ew dê bersivê bidin.

Karvedana gefên operasyonê di medya cîhanê de:

Kovara NewsWeek a Amerîkî di nûçeya xwe de got, “Tirkiyê li dijî hêzên Kurd ên Amerîka piştevaniya wan dike, êrîş da destpêkirin”.

Ajanasa Îngilîz Reuters: Pentagonê li ser daxuyaniya Tirkiyê li hemberî operasyoneke yekalî hişyarî da Tirkiyê.

Middle East Eye: Amerîkayê ji bo ‘çalakiya yekalî’ li dijî şervanên Kurd hişyarî da Tirkiyê.

Deutsche Welle: Serokomarê Tirk destpêkirina êrîşeke nû li ser şervanên Kurd ên Sûriyê ragihand. Lê belê Amerîkayê hişyarî da Tirkiyê ku dê çalakiyên wiha zirarê bidin hewlên tunekirina ‘Dewleta Îslamî’ DAIŞê.

Russia Today: Pentagon dibêje, li herêmên jêr kontrola wan ên Sûriyê, çalakiyên leşkerî yên yekalî nayên qebûlkirin.

Sputnik: Pentagon: Çalakiya yekalî a Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê ‘nayê qebûlkirin’. Dê metirsiyeke cidî bi xwe re bîne.

 | Berhevkirina PeyamaKurd |