image

PeyamaKurd - Zêdetirî mehekê ye xwepêşandanên li Îranê dest pê kirine û daxwazên guherandina rejîmê êdî diyartir bûne. Êdî çavdêrên biyanî jî nikarin înkar bikin ku protesto ber bi şoreşekê ve diçin.

Bi belavbûna li ser erdnîgariyeke berfirehtir a protestoyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê re ku bi hefeyan e dewam dikin, şîroveyên ku wê rewş veguhere guhertina rejîmê têne kirin.

Li Îranê di nav deh salên dawî de, çend carên din jî protestoyên dijî rejîmê hatibûn kirin. Protestoyên ku li bajarê Meşhedê di sala 2017an de, li ser xirabûna aboriyê dest pê kiribûn û li zêdetirî 100 herêman belav bûbûn mînaka herî nêz e.

Dîsa sala 2019an jî bi zêdekirina nirxê benzînê re, li zêdetirî 200 bajar û bajarokan protestoyên dijî rejîmê bixweber dest pê kiribûn.

Gelê Îranê ne tenê banga guhertina rejîmê dubare dikir, herwiha yekser Supaya Pasdarên Îranê wekî bikujê serekî yê nêzîkî Hezar 500 welatiyan hedef girt.

“Serhildana dawî ne ji ber xirabûna rewşa aboriyê ye”

Sedema serhildana dawî ya li Îranê ji ber xirabûna rewşa aborî dest pê nekiriye. Bûyeran piştî kuştina keça Kurd Mahsa Aminî (Jîna Emînî) bi destê polîsê exlaqê, dest pê kir.

Di protestoyan de, li aliyekî daxwaza hesabpirsînê li ser kuştina Emînî tê kirin û li aliyekî jî li dijî dîktatoriya Serokomar Îbrahîm Reîsî dengê xwe bilind dikin.

Di serî de paytex Tehran û bajarên din ên wekî keleha serkirdayetiya rûhanî têne nasîn û li seranserê welat dirûşmên ‘Mirin bo dîktator’ têne bihîstin.

Daxwazên guhertina rejîmê, niha ji destpêka xwepêşandanan ve hîn diyartir bûne.

Di demên dawî de, vîdeoyên xwedekarên lîseyan ên ku wêneyên Rêberê Olî Elî Xamaney û damezrînerê Îranê tehrîf dikin û bi dirûşmên ‘Mirin bo dîktaror, Mirin bo zaliman’ belav dikin, zêde dibin. Herwiha gelek derdorên civakê jî piştevaniya van bangewazîyan dikin.

“Li bajarê Kurdan Mahabadê avahiyên bankeyan û parêzgariyê hatin şewitandin”

Herî dawî di xwepêşandanên li bajarê Mahabad ê Rojhilatê Kurdistanê de, avahiyên bankeyan û avahiya parêzgariyê hatin şewatandin.

Li gorî parvekirina Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, welatiyan li Mahabadê beşa fînansê, komîteya Emdad û gelek saziyên din ên dewletê xistine kontrola xwe.

Herwiha avahiya parêzgariya Mahabadê şewitandin. Dîsa li gorî dîmenên Hengawê belav kirine, qereqola polîsan jî ketiye kontrola xwepêşanderan.

“Dibe ku ev protesto rê li ber şoreşeke nû vekin”

Berpirsekî Polîsê Îranê ji medya fermî ya Îranê re gotiye, “Rapor û agahiyên ku hin endamên hêzên ewlekariyê ‘sempatiyê’ ji xwepêşanderan re nîşan didin, naxwazin mudaxeleyî protestoyan bikin û çekê bikar nayînin, têne ber destê me.”

Protestoyên niha berdewam dikin, li aliyekî gefê li ser aboriya ku ji xwe xirab bûye dikin, li aliyê din jî çavdêrên biyanî û biryarderên Îranê êdî nikarin înkar bikin ku ev serhildan ber bi şoreşekê nû ve diçe.


The National Interest 

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd