image

PeyamaKurd – Êrîşên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên cîhadî yên girêdayî wê, 20ê Çileya 2018an bi rêxweşkirin û destûra Rûsyayê û vekirina qada ezmanî re bi ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê de, dest pê kirin.

Di encama êrîşên dagirkirina bajêr de, li gor amarên hatine ragihandin zêdetirî 300 welatiyên Efrînê yên sivîl şehîd bûn û zêdetirî 700 sivîl jî birîndar bûn. Dîsa zêdetirî 250 hezar Efrînî jî bi neçarî koçber û derbider bûn ku beşek mezin ji wan li gundên di navbera Efrîn û Helebê de man û beşek ji wan jî li heman deverê di kampan de hatin bicihkirin.

Piştî şerê 58 rojan Efrîn hat dagirkirin û dîmenên ewil ên piştî dagirkirinê jî dizî û talana komên çekdar bû ku di medya cîhanî de hatin belav kirin.

Çawa ku komên çekdar rêveberiya Efrînê digel artêşa Tirkiyê xistin destê xwe, bûyerên dizî, talan, kuştin, îşkence, revandin û destdanîna ser mal û milkên xelkê jî dest pê kirin û di maweya du salan de bi dehan raportên li ser binpêkirinan têne belavkirin ku hîn jî berdewam e.

Herwiha demografiya Efrînê jî bênavber tê guherandin ku malbatên komên çekdar ên ereb li ser mal û milkên xelkê resen ê bajêr têne bicihkirin.

Tevî derbasbûna du salan û hemû hewl û bangewaziyên bo civaka navdewletî hê jî bêdengiyek heye ku tawanên li Efrînê hatine kirin bê ceza mane û niha jî rojane nûçeyên tawanên bi wî rengî ji herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê tên ku ew dever jî piştî êrîşên 9ê Cotmeha 2019an hatine dagirkirin.

Binpêkirin û tawanên şer ên bi êrîş û dagirkeriya Tirkiyê re ligel hevalbendên wan ên komên cîhadî pêk tên li ber çavên raya giştî ya cîhanê berdewam dikin û têne raporkirin, lê heta niha jî ji bilî daxuyaniyên dewletan ên wekî: nîgeranî û fikarên xwe anîne ziman ti hewleke rawestandina wan tawanan nehatiye dayîn.