image

PeyamaKurd – Serdana Prensê Erebistana Siûdî Mihmed Bin Selman a bo Tirkiyê û yekem hevdîtina wî ya li Tirkiyê bi Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan re, di medya erebî dê tê nîqaşkirin.

Bi giştî li gorî medya Erebî, dibe ku Erdogan tenê ji bo başkirina aboriya welatê xwe pêwendiyan asayî dike, lê dîsa jî dibe vegera kiryarên şantajkirinê ku Siûdî bi tirs li helwestên Erdogan dinêre.

Tirkiyê dosyeya kuştina Rojnamevan Cemal Qaşikçî radestî erka daraza Siûdî kir, hewldanên  bo asayîbûna pêwendiyan pêwendiyên Siûdî û Tirkiyê ji nû ve dest pê kirin û piştî serdana Erdogan a demek berê bo Siûdî jî Prens Selman di çarçoveya serdana welatên Rojhilata Navîn de serdana Tirkiyê kir.

Tirkiye dixwaza boykota Siûdî ya ser wan rabe

Rojnameya El Ereb li ser serdanê nivîsiye: "Çavkaniyên siyasî yên Tirkiyê eşkere kirin ku Prensê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman di civîna bi serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de daxwaza xwe ya vegerandina têkiliyên dualî eşkere kiriye, da ku derfetê bide ku boykota di van salên borî de were rastkirin. Ev yek peyamek ji bo serokomariyê Tirkiyê bû ku niyetên xwe li hember Erebistana Siûdî baş bike.”

Armanca Erdogan bi giştî pêşxistina aboriyê ye

Herwiha hatiye gotin, “Siûdî bi tirs li helwestên serokomarê Tirkiyê û guhertina helwestên wî yên nakok dinêre, bi taybet armanca wî têkilîdanîna bi Erebistana Siûdî û Kendavê giştî re li ser pêşxistina aliyê aborî ye. Ev yek metirsiyan çêdike ku heke tiştê dixwaze nebû, wekî berê vegere û dibe rêbaza şantajkirinê bi kar bîne.”

Serdana Mihemed bin Selman ezmunek e

Çavdêran diyar kiriye, wê serdana Mihemed bin Selman a bo Erdogan ezmûnek be, heger ew rêbaza xwe li cîhanê biguhere dibe têkiliyên mayînde bi Erebistana Siûdî re çêbin, lê dîsa jî çavdêr dibêjin, guhertina di vê demê de di daxuyaniyên serokomarê Tirkiyê de tune ne û tenê ji bo îqnakirina fînansor û turîstên siûdî ye ku têkiliyên aborî û bazirganî mîna beriya krîza kuştina rojnamevan Cemal Qaşiqcî vegerîne.

Li gorî medya Erebî, ji ber zirarên mezin ên aboriya Tirkiyê yên milk, turîzm, rêzefîlmên Tirkiyê, Erdogan siyaseta xwe ya li hember dewletên Kendavê, bi taybet jî Erebistana Siûdî û Îmaratê guherandiye.