image

PeyamaKurd – Jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê behsa hêrsa xwe ya dijî rejîmê û zehmetiya berdewamkirina protestoyan a di bin êrîş û destwerdana tund a hêzên rejîma Îranê de dikin.

Sharo ya 35 salî ya mezûna zanîngehê ku di bin rejîma stemkar de, mezin bûye qet hêvî nedikir ku serîhildaneke wisa ya bi dengê bilind pêk were. Niha ew jî ji bo hilweşandina rejîmê, diruşmên ‘Ji dîktaror re mirin!’ diqîre. Sharo dibêje, tevî protestoyên ku bi bikaranîna çekan xwînî derbas dibin jî hêrsa dijî rejîmê hê zêdetir dibe.

Ji bo yek ji deverên ku protesto bênavber berdewam dikin, li bajarê Sine yê piraniya xelkê wê Kurd in tê gotin, “Rewşa vê derê pir aloz e û tê guhertin.”

 Sharo bi rêya Telegramê ji Associated Press (AP) re axiviye û gotiye, “Em li bendê ne ku protesto bibin wekî bombeya ber teqînê ya dema wê sazkirî”.

Xwepêşandanên li Sine yên dijî rejîmê, peywira mikro-kozmosê dibînin. Piştî ku du xwepêşander bi çekê hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn, roja Şemiya borî li Sineyê tansîyon dîsa bilind bû.

“Diruşmên Jin, Jîyan, Azadî êdî belavî her derê Îranê bûn”

Hêrsa ku piştî kuştina Mehsa Aminî (Jîna Emînî) li Tehranê ji aliyê polîsê exlaqê ve dest pê kiribû, ev 3 hefte ne bilez ber bi paytexta eyaleta Kurdistanê Sineyê belav bû.

Ji her temenê mirov li wê derê bûn û bingeha sloganên li hemû bajarê Îranê belav bibin li wir hat danîn: “Jin, Jiyan, Azadî.”

Ji Seqizê Afsanah a 38 salî got ku hikûmetê ji bo ku girseyên xwepêşandanan belav nebin, fişar li malbata Mehsa kir ku cenazeyê wê bilez bi axê bispêrin.

Hemwelatiyeke din a bi navê Rozan jî bi xwe Emînî nas nedikir. Lê belê diyar dike ku piştî kuştina keça ciwan di bin nezareta polêsê exleqê de li Tehranê, xwe neçar dîtiye ku derkeve kolanan.

Rozan dibêje; "Heman tişt hat serê min jî. Sala 2013an wekî Jîna Emînî, ez ji aliyê polîsê exlaqê ve hatim girtin. Wan ez jî biribûn wî cihê ku Emînî lê miriye. Şopa tiliyên min hat tomarkirin û beyaneke ku ez tawanbar bim, bi min hat îmzekirin. Dibe ku li şûna Emînî ez bûme."

‘Bi çekên rastîn dixwazin tepeser bikin”

Piştî veşartina cenazeyê Emînî bi du sê rojan li Sineyê hewlên binçavkirinan zêde bûn û xwestin, xwepêşanderan bitirsînin.

Parêzereke jin a bi navê Dunya ku yek ji çalakvana koma mafên jinan e û alîkariya lidarxistina protestoyan dike dibêje, “Hema hema niha hemû endamên jin ên koma me di girtîgehê de ne.”

Qutkirina înternetê hiştiye ku pêwendiya xwepêşanderên bajarên din û dinyayê zehmet bibe. Bergiriyên zêde yên ewlekariyê jî rê li ber kombûnên giştî girtiye.

Çalakvanên ku bi wan re pêwendî hatiye kirin, gotin ku ew yan bûne şahidê guleyên rastîn yan jî ji hinekên din bihîstine ku hêzên ewlekariyê bikar tînin. Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ku navenda wê li Fransayê ye, roja Şemiyê xwepêşandarek bi guleya rastî hat kuştin. Çalakvan guman dikin ku sîxurên rejîmê hewl didin bikevin nav qelebalixiya xwepêşandanan. Lê belê dîsa jî berxwedana xwe didomînin.

Sharo dibêje; “Sond dixwim bo we ku protesto bidawî nebûne. Mirov bi hêrs in, polîs bersiveke ku min berê qet nedîtibû dide.”

“Ger em ne yekrêz bin, wê me yeko yeko bikujin”

Hêrsa wan gelekî kûr e. Dîroka bexwedana Kurdan, zêdebûna hejariyê û dîroka dirêj a berxwedana bo mafên jinan… Li Sine ev hersê faktor bûne yek û li bajar zemîneke guncaw a protestoyan çêbûye.

Lêkolînera Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan tara Sepehrî Fars got, tevî ku çirûska protestoyan li herêma ku piraniya xelkê wê Kurd in pêketiye jî bi xeteke herêmî û etnîkî nayê pênasekirin û diyar dike; “Bi vî awayî jî rewşeke gelekî bêmînak e”.

Bi vebûna zanîngehan û dibistanan re, xwendekaran jî dest bi xwepêşandanan kirin û beşdarî protestoyan bûn.

Li ser medya civakî dîmenên xwendekarên keç ên serê xwe vekirine (hîcab avêtine) û diruşma; “Ger em ne yekrêz bin, wê me yeko yeko bikujin” xuya bûn.


The Times Of Israel | Samya Kullab – Salar Salim

Werger – Sererastkirin |  PeyamaKurd