image

PeyamaKurd - Pisporê beşa Navneteweyî  ya Weqfa Carnegie, Frederic Wehrey, li Libyayê bi çekdarên opozisyona Sûriye re hevpeyvîneke berfireh di The New York Review of Books de weşand.

Di hevpeyvîna xwe de Wehrey bi fermandarekî çekdarên Opozisyona Sûriye re dipeyive  û fermandar jî jê re wiha bersiv dide:

“Niha em derdora 2 hezar kesan in. Lê, Tirkiye soz da me ku hejmara me bigihe 6 hezar kesan. Em girêdayî artêşa Tirkiye ne. Mûçeyên me derdora 2 hezar dolar ên Amerikî ne. Malên me hemûyan li Stenbol û Entabê hene. Tirkiye herwiha soz da me ku me bike hemwelatiyê Tirkiye.”

Fermandarê ku xwe bi navê  Ehmed dide naskirin diyar dike: “Em ne serbazên bi pere ne. Gelê Libya xwest em werin. Em li dijî diktatoriyê  ne”.

Wehrey jî dibêje, "Şer û aloziya li Libya, bala raya giştî ji ser Sûriye kişandiye ser Libyayê ji ber ku zêdetir berjewendiyên welatan bi Libya û petrol a wê ve heye”.