image

PeyamaKurd – ENKS û PYDê bi serepereştiya Cîgirê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê di Hevpeymana Navdewletî de Balyoz Wiliyam Robak û Fermandarê Gîştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mazlum Ebdî ji bo rêkeftina yekrêziya aliyên Kurd li hev kirin.

Îro 17ê Hezîranê bi daxuyaniyeke hevbeş hat ragihadin ku di encama hevdîtinên doh 16ê Hezîranê yên navbera şandeyên Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd ku PYD pêşengiya wan dike de, li ser xalên ‘rêveberin, hevbeşî, ewlehî û parastinê’ gihîştin nêrîneke hevbeş û wê danûstandin jî li ser bingeha Rêkeftina Duhokê ya 2014an werin berdewam kirin.

Di daxuyaniya hevbeş a ENKS û PYNKê de wiha hat gotin: “Di 16 Hizêranê de şandeyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurd pêvajoya destpêkê ji diyaloga Kurdî bidawî kirin û bi hevre gihiştin nêrînek siyasî ya hevbeş û lihevkirinên pêşîn ku bendên (Rêvebirin, Hevbeşî, Ewlehî û Parastinê) yên Peymana Dihok a 2014 bikin bingeha berdewamkirina danûstandin û diyalogên di navbera herdu şandeyan de, wê peymanek gîştî di pêşeroja nêz de îmze bikin.”

Herwiha hat diyar kirin ku herdu şandeyan tekezî bi hevkarî û yekîtiya Kurdî li Sûriyê kirin û ev gav weke gavek dîrokî ya girîng ber bi lihevkirinek mezintir û hevkariyek pratîk di berjewendiyên gelê Kurd li Sûriyê û hemû pêkhateyên Sûrî de pêşwazî kirin.

Di daxuyaniya hevbeş de gotin, “Herdu şandeyan ev xebat oxirî cangoriyên mezin ên ciwan û keçên Sûriyê û bi taybet şehîd û birîndarên Rojavayê Kurdistanê û malbatên wan ên ku jiyana xwe kirin berdêla şerekî birûmet ji bo parastina cîhanê ji sitemkariya DAIŞ.”

Hat destnîşankirin ku ‘ev lihevkirin weke gava yekemîn a girîng ku em bi sponseriya Cîgirê Şandeyê Amerîkî yê Taybet ji Hevpeymana Navnetewî re Balyoz Wiliyam Robak û Fermandarê Gîştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mazlum Ebdî de gihiştinê.”

Di dawiya daxuyaniyê de herdu şandeyan spasiya aliyên ku di vê lihevkirinê de bûne alîkar hat kirin û û wiha hat gotin:

“Herdu şande, ji bo insyatîfa wî ya yek-kirina rêza Kurdî li Sûriyê General Mazlum Ebdî bi rêzdarî spas dikin, û ji bo destek û keda wan a di yekirina rêza Kurdî de Rêzdar Serok Masûd Barzanî û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas dikin. Her wiha ji bo sponserî û desteka wan a bihêz ji bo yekrêziya Kurdan û piştgiriya wan ji misogerkirina pêşerojek demokrat û piralî li Sûriyê ku mafê hemû pêkhateyan tê de bê rêzgirtin Dewleta Amerîka spas dikin.”