image

PeyamaKurd - Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan û Serokê Sazîya Îstixbarata Ewlehiya Niştimanî ya Sûriyê Elî Memluk di nav du salên dawî de zêdetirî şeş caran hatine hav hev.

Nîşaneyên Enqerê yên guhertina siyaseta bo Esed û asayîkirina têkiliyên Tirkiye-Sûriyê bi şaşmayîn hatin pêşwazîkirin.

Beriya çend mehan nedihat hêvîkirin ku proseyeke normalbûna têkiliyên navbera Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed dest pê bike. Bendewariyên di vê mijarê de, piştî danûstandinên bi navbeynkariya Rûsya û Îranê di asta îstixbaratê de pêk hatin.

“Bêguman diyar e bê Tirkiye li Sûriyê çi dixwaze”

Serokomarê Tirkiyê Erdogan ragihand ku heger dema wê bê ew dikare bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re hevdîtinê bike.

Sedemên curbicur yên guhertina helwesta Tirkiyê ya li hember Şamê hene. Bi proseya nû ya diyaloga navbera Enqere û Şamê, wê hewl bê dayîn ku penaber bi dilxwazî bo herêmên bakurê Sûriyê yên kontrola Tirkiyê bên vegerandin.

Bêguman diyar e ku Tirkiye ji bo kêmkirina penaberên xwe, plan dike li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) wargehan ava bike û hevdem jî bi kêmkirina bandora kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re, guhertineke demografîk pêk bîne.

Ger partiya deshilatdar a Tirkiyê di çarçoveya helmeta hilbijartinê de vê gavê bavêje, wê li ser mijara penaberan serkeftina xwe bo partiyên opozîsyonê ragihîne û bikar bîne.

Avakirina wargehan bo penaberan li beşa bakur a wekî ‘herêma ewle’ tê binavkirin, tê wateya ku bi vegerandina wan re Tirkiye ji her cûre rageşiyên leşkerî jî bê parastin. Ji ber vê jî xuya dike ku wê Enqere bi kordîneya Rûsyayê, ji bo kêmkirina rageşiya leşkerî ya navbera Tirkiye-Sûriyê hewl bide bi Esed re hevdîtinê bike.

Lê ev daxwaza Tirkiyê ya dîyalogê bi Şamê re, nayê wateya dawiya şerê Sûriyê. Li şûna vê, wê rê li ber şerekî bi awayên din veke.

“Dibe ku Erdogan Tirkên laîk bikişîne aliyê xwe”

Erdogan dixwaze, bi destpêkirina proseya dîyalogê re piştgiriya Şamê bistîne, operasyonên taybet li bakurê Sûriyê bide destpêkirin û bi vî awayî jî bi beralîkirina gefa avakirina sîstema dewleteke federal a ser ewlehiya niştimanî ya Tirkiyê ji holê rake û pûanan bistîne.

Derdorên laîk ên Tirkiyê li dijî operasyoneke ser Sûriyê ne. Ji ber vê jî agirbesta navbera Erdogan û Esed dibe ku bihêle derdorên laîk dengên xwe bidin Erdogan.

Nêzîkbûna bi rejîma Sûriyê re, tevî bandora Îranê jî wê li Sûriyê pêwendiyên Rûsya-Tirkiyê mimkun bike. Li demeke ku Rûsya bi şerê Ukraynayê re mijul dibe de, ji pêşveçûna Îranê ya li Sûriyê jî bi fikar e û Tirkiye jî xwedî heman fikaran e.

Lewra jî Rûsya hewldanên Tirkiyê yên vebûna derve asteng nake û heta jê re hêsankariyê dike. Ji bo vê jî israr nake ku artêşa Tirkiye ji bakurê Sûriyê vekişe û herwiha fişarê li ser rejîma Sûriyê dike.

Herwiha Peymana Edeneyê ya 20ê Cotmeha 1988an hatiye îmzekirin, rê dide ku artêşa Tirk heta 30 km kûrahiyê di nav erda Sûriyê de biçe û di rewşên îstisnaî de jî heta 60 km pêşve biçe.

“Gelek daxwazên Tirkiyê ji bo rûbirûbûna hebûna Kurdan a Sûriyê hene”

Helbet dibe ku nêzîkbûna Tirkiyê ya bi rejîma Sûriyê re bi ser nekeve û tenê di asta îstixbarat û ewlehiyê de bimîne. Îhtimala serneketina hevdîtinan zêde ye.

Gelek daxwazên Tirkiyê yên li ser hebûna Kurdan a li Sûriyê hene û ev mijar jî ji Rûsyayê wêdetir Amerîkaya ku piştevaniya wan hêzan dike eleqedar dike.

Ev rewş jî tê wateya ku heger Rûsya destûra operasyona leşkerî bo herêmên kontrola HSDê nede, wê hevdîtinên navbera Şam-Enqerê bêyî dîtina asoyeke rastîn a siyasî, tenê di asta ewlekariyê de bimînin.

Ger Enqere di vê qonaxa hevdîtinan de tiştên dixwaze bi dest bixe, wê demê îhtimala ku Erdoganê hewl dida rêveberiya Esed hilweşîne, pê re hevdîtinê bike çêdibe.


Ereb News 

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd