image

PeyamaKurd – Serokomarê Tunisê Qeys Seîd, piştî protestoyên cemawerî yên dijî hikûmetê şeva 25ê Tîrmehê hemû desthilatên Parlementoyê jê standin, parêzbendiyên parlementeran rakirin û serokwezîrê niha yê ji partiya El Nehde ya Îxwanî Hişam Meşîşî jî ji kar dûr xist.

Piştî vê biryarê bi taybet li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur karvedaneke zêde çêbû ku hinek alî wekî darbeyekê hinek alî jî wekî mîna Misirê hilweşandina deshilata Îxwanan û dawîanîna serweriya wê li wan welatan dinirxînin.

Welatên wekî Tirkiye ji aliyê partiyên wekî AKPê yên nêzîkî rêxistina Îxwanê (Birayên Misilman) ve têne birêvebirin jî bi tundî dijî biryara serokomarê Tûnisê derdikevin, lê welatên ewropî, rojavayî û hejmarek zêde welatên erebî yên wekî İmarat, Behreyn û Erebistana Siûdî li hember vê rewşa nû ya Tûnistê hîn deng nekirine ku diyare ji dawîanîna deshilatên Îxwanan kêfxweş in.

Serokê Tunisê Qeys Seîd ragihandiye ku wî li ser xala 80 ya destûra Tunisê, biryar daye ku Serokwezîr Hişam Meşîşî ji desthilatê dûr bixe û parêzbendiya hemû parlemeteran rake, herwiha hemû desthilata Encûmena Nûneran jî rabike.

Qeys Seîd jî wekî Misirê artêşa welat jî daye pêş

Qeys Seîd gotiye, artêşa Tunisê jî piştevaniyê li biryara wî û vê proseyê dike û her kesê destdirêjiya sembolan bike wê rûbirûyî artêşê bibe.

Piştî vê biryarê, bi hezaran xelkê Tunisê derketin kolalên Tûnisa Paytext û dilxweşiya xwe li hember vê biryarê nîşan dan û alîgirên Qeys Seîd jî ev pêngav wek şikandina tevgera “El-Nehde” a Îslamî mezintirîn partiya Parlemantoyê û dijberê siyasî yê Qeys Seîd zanîn.

Gelê Tûnisê deshilata Îxwanan wekî sedema têkçûna aborî, tenduristî û civakî dibîne

Hêjayî gotinê ye, Qeys Seîd di demeke ku li çend bajarên Tunisê xwepêşandanên tund derketin û xwepêşanderan aciziya xwe ji têkçûna rewşa aborî, tenduristî û civakî ya Tûnisê re nîşan dida, ev biryar daye.

Li aliyê din Partiya Destûra Azad a Tûnisê jî xwepêşandên bo nehiştina deshilatdariya Îxwanan bi navê ‘Rizgarkirina parlamentoyê ji dîktatoriya îxwanan’ dabû destpêkirin ku dijî Serokê Parlamena Tûnisê yê serokê Îxwanê Raşîd Ganûşî protesto dabûn destpêkirin.

Azad Abeer Musa: ‘Heta dîktatoriya Îxwanan bidawî were wê têkoşîn bidome’

Serokê Partiya Destûra Azad Abeer Musa, di axaftineke xwe de dibêje, ‘Gel li dijî dîktoriyê, zilmê û Îxwanê ye” wê heta sîstema gendeliyê ya dîktatoriya Îxwanan bidawî were têkoşîna me bidome.

Tûnis yekem welatê Bihara Erebî dest pê kiribû ye

Tûnis yekem welatê ku destpêka bihara erebî bi xwepêşandanan deshilata wê bi rêya aştiyane û hilbijartinan hatibû guhertin e.

Bi hatina deshilatdariya hevpeymana bi pêşengiya Îxwanan (Birayên Misilman) re rewşa welat li şûna siyaseta nermrê ber bi xweferzkirina Îxwanan ve çûye ku xelkê Tûnisê ji ber kiryarên hikûmetê û nebûna xizmetguzariyê, careke din bi protestoyan daxwaza îstifaya hikûmetê dikirin ta ku serokomarê Tûnisê biryara hilweşandina hikûmetê da.

Gelo êdî dawî li deshilatbûna Îxwanan tê?

Li ser vê geşedana dawî ya Tûnisê piştî Misirê ku koteda li dijî Mursî hatibû kirin û artêşê dest danîbû ser rêveberiya welat, deshilatdariya Îxwanan li Rojhilata Navîn ango di nav welatên erebî de ber bi têkçûneke mezin ve diçe û şîroveyên ku êdî wê piştî serpêhatiyên rêveberiyên tundrew ên Îxwanan bo wan rê neyê dayîn.