
PeyamaKurd – Hilbijartina Joe Biden wekî serokê Amerîkayê li ser kurdên seranserê cîhanê bû sedema kêfxweşiyekê, ji ber ku Donald Trump di heyama seroktiya xwe de, herî kêm du caran Kurd piştguh kiribûn û ew bi tenê hiştibûn.
Yekem dema referandûma serxwebûnê piştevaniya Kurdên başûr nekir û bû sedem ku Îran û welatên cîran zextan li Kurdan bikin rê li ser daxwaza meşrû ya serxwebûnê bigirin. Herwiha li Rojavayê Kurdistanê jî bi biryara ji nişka ve ya vekişînê û destûrdana ketine artêşa Tirkiyê cara duyem Trump bû sedema hêvîşikestinê di nav kurdan de.
Joe Biden sala 2003yan dema senatorê Amerîkayê bû serdana Herêma Kurdistanê kiribû û gotibû, ‘Ne tenê çiya dostê Kurd in” û piştevaniya xwe diyar kiribû.
Malpera bi ser Erebistana Siûdî ve The Levant News, li ser pêwendiyên Kurdan bi serokê nû yê Amerîka Joe Biden re û pozîsyona Biden li hember Kurdan analîzek weşand.
Di analîzê de tê bibîrxistin ku Biden nêzîkî kurdan e û dostekî nêzîk ê Serok Mesûd Barzanî ye û tê gotin, dîsa jî divê Kurd tenê bi Joe Biden ve girêdayî nemînin û xwedî helwestekê bin bo dahatuyê.
“Mr. Serok bi xêr hatî Kurdistanê”
Di analîzê de tê gotin, têkçûna Trump nîvê kêfxweşbûna kurdan e, nîvê din jî serkeftina Joe Biden e û tê diyarkirin, çawa ku Biden hat hilbijartin li medya civakî ji aliyê kurdan ve wêneyê Serok Mesûd Barzanî û Biden hatin belavkirin ku nivîsa; “Mr. Serok bi xêr hatî Kurdistanê” bo Biden nivîsandin.
Herwiha tê diyarkirin ku di hilbijartinên seroktiyê yên Amerîkayê de, rast e ku hêviyên kurdan ên azadiyê û bidestxistina mafên xwe zêde dibin, lê dibe ku niha mafên ku li Rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin di destê wan de bimînin jî bes be.
Ji bo Herêma Kurdistanê û herêmên din jî muhtemel e ku wê armanca sereke serxwebûn be û bi hilbijartina Joe Biden re ev hesret zêdetir bû.
“Bendewariya Kurdan ji Biden çi ye?”
Sedema sereke ya ku Kurd hêvî û bendewariyan ji Biden bikin, daxuyaniyên Joe Biden ên derbarê welatên axa wan parçe kirine û zilmê li wan dikin e.
Biden dema sala 2006an senator bû, ji bo Iraqê gotibû, divê Iraq bibe sê herêmên nenavendî ku Başûr ji bo şîeyan, navend bo sûneyan û bakur (Kurdistan) bo Kurdan be.
Lê belê tevî vê pêşniyara Biden jî dema heyama rêveberiya partiya Demokrat a 200-2016an a Amerîkayê, ligel ku Biden cîgirê serokê Amerîkayê bû û demokrat serdest bûn jî pêşniyara sê dewletî bo Iraqê qet nehat gotûbêjkirin.
Yek ji hêvîdariya kurdan jî ew e ku di şerê DAIŞê de bûne hevpeymanên herî dilsoz ên Amerîkayê û herwiha têkiliya Erdogan û Biden jî gelekî lawaz e. Ji ber ku hesab dikin ku wê serokê nû yê Amerîkayê vê mijarê ji dil bigire dest û çareseriyekê peyde bike.
“Di siyasetê de dijmin û dostê mayînde nîne”
Di berdewama analîzê de tê destnîşankirin ku her çiqas siyaseta Joe Biden a bo Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bê texmînkirin jî rastiyeke wiha heye:
"Di siyasetê de dijmin û dostê mayînde nîne. Tenê berjewendiyên mayînde hene. Hemû dewlet, bi taybet jî hêzên super polîkayên xwe yên derve ne li ser ehlaq lê tenê li ser berjewendiyan ava dikin.”
“Divê Kurd li şûna ku tenê bala xwe bidin ser Biden yekîtiyê xwe pêk bînin”
Di analîzê de tê bibîrxistin ku heta Biden li Koşka Spî li ser kar be, sînyalên ku wê li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê guhertinên bingehîn çêbibin hene. Muhtemel e di heyama Biden de, Herêma Kurdistanê derbasî ‘dewleteke serbixwe bibe’ û statiya Rojavayê Kurdistanê jî di çarçoveya destûra fermî ya Sûriyê de bibe ‘herêmeke federal’.
Di berdewam de jî tê gotin, lê belê di serdema Biden de, her çiqas ew guherînên behsa wan tê kirin muhtemel bin jî dibe ku berevajî hêvî û daxwaziyên Kurdan bin jî. Çimkî siberoya siyasetê pirî caran nediyar e. Dibe ku berê bayê bervajî keştiyên Kurdan biweze.
Ji ber wê jî divê Kurd tenê nebin bendewarê seroktiya Biden ku wê ji bo wan çi bike, herwiha divê yekîtiya xwe çêbikin û guherînên girîng di nav xwe de bikin.