image

PeyamaKurd – Êrîşên asmanî yên vê dawiyê ku li Sûriyê pêk ahtin, rola Amerîka ya li Rojavayê Kurdistanê car din derxist pêş. Lê belê armancên Amerîka yên li Sûriyê cihê nîqaşê ne û planên wê jî hîn nezelal in.

Berê Sûriye dewleteke Beasî ya di bin rêveberiya Hafiz Esad de bû, lê niha bûye meydana leşkerî ya hin komên milîs û leşkerên hejmarek hêzên biyanî ku ji sala 2015an ve Amerîka jî ji bo piştevaniya têkoşîna dijî DAIŞê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku Kurd pêşengiya wê dikin, li Sûriyê dimîne.

Baregeha Tenefê ya Amerîkayê 15ê Tebaxê rastî êrîşa dronên nasnameya wan nehat diyarkirin bû. Di dawiya meha Tebaxê de jî Amerîkayê wekî bersiv, bi êrîşên asmanî li armancên komên milîs ên li dorûbera Dêrazorê xist.

"Ji bo maweyeke dirêj mebesta Amerîka ya piştevaniya HSDê hîn jî nediyar e”

DAIŞ çalakiyên xwe li rojhilatê Sûriyê berdewam dike û di demên dawî de ji nû ve êrîşên cidî pêk anîn. Dawiya 2022yan endamên rêxistina terorîst DAIŞê hewl dan ji girtîgeha herî mezin birevin û bi HSDê re şer kirin. Di Tîrmeha 2022yan de jî rêxistinê li Hesekê bi ser depoya çekan a HSDê de girt.

HSDê û hêzên asayîşa Rojava çend roj berê operasyoneke berfireh a pqijkirina Kampa Holê bidawî anîn.

Gelo piştevaniya Rêveberiya Xweser a Rojava dike?

"Hê jî nediyar e bê mebesta Amerîka ya bo demeke dirêj a  piştevaniya HSDê çi ye.” Ev pirs jî tê bîra mirov: “Gelo wê Amerîka mîna Rêveberiya Herêma Kurdistanê, dewleteke otonom (nîv xweser-federal) damezrîne?”

Dibe ku hinek bibêjin, Amerîka deyndarê wan kurdên ku di şerê DAIŞê de zêdetirî 11 hezar şervanên xwe ji dest dane ye.

Lê belê li gorî ku çavkaniyên dîplomatîk-siyasî û pisporên Sûriyê dibêjin; “Niha planeke naskirina Rêveberiya Xweser nîne.”

Nivîskar Wladimir van Wilgenburg dibêje; "Amerîka ji bo ku hêzeke siyasî bi dest bixe, fokusa xwe dide ser biryara Neteweyên Yekbûyî (NY), lê li Sûriyê hikûmeteke veguhêz tune ye. Ji ber vê jî vekişîna Amerîkayê ne di îhtimalan de ye ku ev jî girêdayî pêngavên rêveberiyeke dahatû ya Amerîkayê ye. Heger rêveberiyeke wekî ya Trump were ser kar û bixwaze ji Sûriyê vekişe, wê rewş cudatir be.”

Endamê Weqfa The Century Aron Lund jî li ser mijarê diyar dike; “Amerîka hewl nade ku dewleteke biçûk a di nav Rêveberiya Xweser de ava bike. Îdiaya polîtîkaya wê ji vê gelekî kêmtir e. Amerîka gelek alîkariyên mirovî digihîne, lê ji bo Kurd bikarin xwe birêve bibin, alîkariyeke sînordar a siyasî dide wan û hewce nabîne ku wan bi awayekî fermî nas bike.”

Gelo wê Sûriye pêşerojê bibe qada şerê Amerîka û Îranê?

Di demeke ku rakêşana navbera Amerîka û Îranê li Iraqê dewam dike de, bêyî ku Bexda bikare hevsengiyekê di navbera wan de çêke, Sûriye jî bûye cihekî girîng ku Amerîka bersiva êrîşên milîsên Îranî bide.

Di pêşerojê de rêveberiyeke komarî, dikare misyona Amerîka ya li Sûriyê ya dijî DAIŞê veguherîne qûmareke jeopolîtîk ku ji bo şerê dijî Îranê derfetê ji xwe re çêke.

Lê belê pêşeroja hebûna Îranê ya li Sûriyê jî nediyar e. Rûsya ji bo beralîkirina êrîşên asmanî yên Îsraîlê fişarê li ser îraniyan dike ku hêzên xwe yên cihên hesas ên li Hema û Tartûsê vekişînin. Heke rejîm ji nû ve bihêz bibe, dibe ku Şam berê xwe bide hêzên Îranê û bixwaze hebûna wan a li Sûriyê bidawî bike.

Washington piştî ku Rûsyayê berê xwe daye şerê Ukraynayê, bi dayîna statuyeke zêdetir a taybet a HSDê re, naxwaze Tirkiyê zêdetir hêrs bike.

“Fikarên Tirkiyê di demên dawî de zêde dibin!”

Fikarên Tirkiyê yên derbarê çalakiyên leşkerî yên HSDê de di çend mehên dawî de zêde dibin. Çavdêr; daxuyanîyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên ku li dijî YPGê dixwaze li Bakurê Sûriyê ‘ji bo herêmeke tampon’ pêk bîne, êrîşeke nû li dijî HSDê bide destpêkirin, dişopînin.

Bo nimûne rejîma Sûriyê naxwaze li şûna HSDê leşkerên Tirk werin bicihkirin ku pêwîste ji bo qeyranên nû çênebin baldar bin. Hemû aktorên herêmê neçar dibin ku qonax bi qonax tevbigerin.

Bi vê re jî Enqere ketiye pey ku ji nû ve bi Esed re pêwendiyan saz bike ku heta radeyekê dikare serhildêrên opozîsyonê li dijî HSDê bikar bîne.

“Nakokiyên navbera Rejîm-HSDê û Amerîka”

Di meha Tîrmehê de, HSDê salvegera 10emîn a rêveberiya ku wekî ‘Şoreşa Rojava’ bi nav dike pîroz kir.

Heger Amerîka ji bo naskirina Rêveberiya Xweser û damezrandina dewletekê re ne amade be, bijardeya din a bo Washingtonê ew e ku ji bo lihevkirina Kurdan û hikûmeta navendî ya li Şamê hêsankariyê bike.

Endamê Weqfa The Century Aron Lund dibêje; “Ez nafikirim ku pirsgirêka rêveberiya Biden bi hevdîtinên HSD-Şamê re hebe. Dibe ku hin xetên sor hebin û dibe di vê mijarê de zêde xwe eşkere nekin. Lê belê bi giştî ez difikirim ku vê yekê êrênî dinirxînin. Heger Amerîka ji Sûriyê vekişe, pêwîste HSD bi rejîma Esed re ji bo ‘modus vivendi’ ango rêkeftin û şirîkatiyeke demkî li hev bike. Bêyî hevdîtinan nikarin vê bikin.”

Car caran di navbera HSD û rejîma Sûriyê de, rageşî çêdibin. Lê dîsa jî Rêveberiya Xweser hevkariya xwe ya heta astekê bi rejîmê re berdewam dike.

Lund dide zanîn ku herêmên di destê HSDê û dewleta Sûriyê di nav hevde ne. Herwiha ji bo rêveberiyeke serxwe saziyên aborî, herêmî û piştevaniya derve ji bo wê nîne.

Lund herwiha diyar kir, heger hevdîtinên HSD û Şamê bigihin asta biryara yekbûnê, wê pêwîstiya vekişîna Amerîka ji Sûriyê derkeve holê.


Christopher Solomon | The New Arab

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd