
PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya hilbijartinên 2023yan ê Tirkiyê dest bi xebatekê kiriye ku ligel aliyên çepên Tirk tifaqekê ava bike û vê jî wekî rêya sêyemîn bi nav dike.
Herî dawî HDPê ji bo di hilbijartinan de, ji derveyî Tifaqa Cumhur û Tifaqa Millet rêya sêyem pêk bîne li gel 7 partiyên çep û sosyalist ên Tirk civîna duyem li darxist û biryar hat dayîn ku, karê xwe ji bo Tifaqê berdewam bikin û ji bo vê jî biryara kordînasyoneke hevbeş hat dayîn.
Di civînê de HDP, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclîsa Sosyalîst (SMF), Partiya Tevgera Kedê (EHP) û Nûnerên Malên Gel amade bûn.
Piştî civênê daxûyaniyeke hevbeş hatiye ragihandin ku tê gotin, wan biryar daye têkoşîna xwe ya siyasî û civakî berfirehtir bikin û li ser vê bingehê; biryara pêkanîna kordînasyoneke hevbeş dane.
Bê guman ev biryar berî her tiştî aliyên Kurd ku li gel HDPê qaşo di nava `Tifaqa Kurdistanî` de ne neleqeder dike.
Ev helwesta HDPê dide xuyakirin berê wan ne li Kurdistanê ye lê li Tirkiyê ye. Ev partiyên Tirk hemû li ser hev rêjeya dengên wan tu carî nagihe ji % 0.5 jî. Lê HDP dixwaze bi dengê Kurdan van rêxistina bi awayekî bixe parlementoyê. Ev yek jî manewrayeke siyasî ye ji bo pûçkirina tevgera netewî ya Kurdistanî li bakurê Kurdistanê.