
PeyamaKurd – Hurgilî û piştperdeya êrîşa bi moşekên balîstîk a bi ser Hewlêrê de ku şeva 13ê Adarê pêk û cihên sivîl bûn armanca wê eşkere dibin.
Supaya Pasdarên Îranê berpirsiya avêtina 12 moşekên balîstîk bi ser Hewlêrê de li xwe girt û karvedaneke mezin li hember wê êrîşa terorîstî li raya giştî ya Kurdistan û cîhanê çêbû.
Supaya Pasdarên Îranê di vê êrîşa ser Hewlêrê de bi taybet xaniyê Şêx Baz Berzencî ku yek ji xwediyê KAR Grupê ku kompaniyeke enerjiyê ya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike kiriye armanc.
Supaya Pasdaran di daxuyaniya ku êrîş girtibû ser xwe de, îdia kiribû ku wan navendeke stratejîk a îstixbarata Îsraîlê kiriye armanc, lê ev yek ji aliyê berpirsên Herêma Kurdistanê ve bi yekcarî hatiye redkirin û hatiye gotin, ti navend û cihekî Îsraîlê li Hewlêrê nîne.
Dîmenên ku xaniyê Şêx Baz bi moşekên balîstîk ên Îranê hatiye hilweşandin belav bûn ku diyar e armanca sereke ya wê êrîşê ew der bûye.
Li gorî nirxandinan armancgirtina xaniyê Şêx Baz qet ne karekî rasthatinî ango tesadufî ye.
“KAR Grupê bi Tirkiyê ji bo projeya xeta boriya gaz û petrolê girêbest îmze kiribû”
Balkêş e ku KAR Grup di bin banê Wezareta Enerjî û Samanên Siruştî ya Herêma Kurdistanê de, di Kanûna sala 2021ê de, ligel Tirkiyê ji bo projeya mezinkirina xeta borî û gaza Kurdistanê ber bi sînorên Tirkiyê ve girêbestek îmze kiribû û demek berê jî dest bi xebatên xwe kiribû.
Herwiha ji bo avakirina projeyê jî KAR Grup, ligel kompaniya rûsî Rosneft û Kompaniya Xeta Boriyê ya Kurdistanê hevkarî kiribû.
Westgeha gazê tenê 35 km dûrî sînorên Tirkiye-Bakurê Kurdistanê ye û wê bi wê projeyê re xeta gaz û petrolê ya behsa wê tê kirin heta sînorên Tirkiyê were dirêjkirin.
KAR Grup, li Herêma Kurdistanê xwediyê para herî zêde ya bingehên enerjiyê ye û di bazara cîhanê de jî tê naskirin.
“Ne tesaduf e ku moşek li xaniyê xwediyê KAR Grup ketin”
Li gorî çavkaniyên ewle ku ji PeyamaKurd re diyar kirine, qet ne tesaduf e ku moşekên Îranê li xaniyê yek ji xwediyê KAR Grupê Şêx Baz Berzencî ketine û ziyaneke mezin gihandinê.
Heman çavkanî dibêjin, ji nêzîkbûna Tirkiye û Herêma Kurdistanê û zêdebûna tevgera dîplomatîk, Îran gelekî aciz e û didin zanîn ku yek ji armanca sereke ya vê êrîşê bi awayekî eşkere enerjiya Herêma Kurdistanê û astengkirina derfetên hinardekirina wê ye ku Amerîka vê yekê teşwîq dike.
Li aliyê din moşeka ku konsolxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê kiribû armanc li asman hat bêbandorkirin û li konsolxaneyê neket, lê di medyayê de zêde cî girt.
Lê belê moşekên ku li mala xwediyê KAR Grupê ketin û xisareke mezin çêkirin, di medyayê pir kêm hat behskirin.
Beriya niha jî kompaniya herî mezin a Rûsî Rosneftê eşkere kiribû ku gaza ku li Kurdistanê were hilberandin, ji bo santralên elektrîkê yên herêmê û kargehan têr dike û heta dikare ji bo bazarên Tirkiye û Ewropayê jî were şandin.