image

PeyamaKurd – Li demeke ku protestoyên piştî qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî (Mahsa Amini) ya 22 salî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berwedam dikin de, Supaya Pasdarên Îranê 28ê Îlonê êrîşeke hovane li ser axa Herêma Kurdistanê, bi ser baregehên partiyên Rojihilatê Kurdistanê de pêk anî.

Di encama êrîşa bi moşek û dronan ku Îranê berpirsiya xwe eşkere kiriye de, xelkê sivîl ên kampên Partiyên Rojhilat jî di nave herî kêm 13 kes şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Rejîma Îranê baş dizane ku ji gelek welatên Rojava ji ber kuştina Mehsa bertekên tund têne nîşandan û nikare êrîşî wan jî bike. Lê belê rejîm hewl dide kurdan berde hevdu û protestoyên li dijî rejîmê têne kirin jî wekî ‘Planeke niyeta xerab a Kurdan’ nîşan bide.

Serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku du hefte ne berdewam dike, rejîma Îranê gelekî xistiye zorê.

Kurd û welatên Rojava hay ji vê rewşê hene û li gorî dixuye dê rejîm ji bo bicihanîna daxwazên Kurdan û gelê Îranê paşde gav navêje.

Protestoyên bo Jîna Emînî niha bûne bingeha têkoşîn û nerazîbûna dijî rejîma dîktator a Îranê. Di van xwepêşandanan de hemû beşên civakê yên nasname û mafên wan hatine piştguhkirin û tune têne hesibandin cî digirin. Êdî em dikarin bibêjin ku raperîna bo Jîna Emînî dibe beşek ji siyaseta herêmî jî.

--

Gelek welatan û aliyan bertek nîşan da, lê deng ji PKKê nîne!

Di demeke wiha de rejîma Îranê li şûna ku berê xwe bide welatên Rojava ku piştevaniya protestoyên Îranê dikin, yekser berê xwe da Herêma Kurdistanê.

Li hember vê êrîşa hovane û kirêt ji gelek welat û aliyan daxuyanî û bertek hatin dayîn.

Ji Almanya bigirin heta Brîtanya, Amerîka, UNAMI, Koşka Spî, Erebistana Siûdî, Komkara Erebî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Baregeha Serok Barzanî, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Komîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), partiyên Kurd ên Bakurê Kurdistanê û gelek sazî û aliyan li ser vê êrîşa kirêt a Îranê bertek nîşan dan û şermezar kirin.

Tevî ku helwesta dinyayê ya li dijî êrîşan wiha bû jî PKK û medya PKKê wekî her car, dîsa di ser vê êrîşê de PDK kiriye hedefa xwe û bê şerm û fedî xwest berpirsiya êrîşa rejîma Îranê bixe stûyê PDKê.

Lê PKKê ligel vê jî ti daxuyaniyeke şermezarkirina êrîşên Îranê yên ser baregehên partiyên Rojhilat belav nekir û helwesta xwe ya dijî vê hovîtiya Îranê jî neda xuyakirin.

Li şûna wê bi rêya medyaya xwe, îftiraya; “Artêşa Îranê: Êrîş bi agahdariya Herêma Kurdistanê hatin kirin” belav kir.

--

Hem di sernavê de îftira û bêbextî li Herêma Kurdistanê hatiye kirin, hem jî di daxuyaniya qaşo ya artêşa Îranê de, navê Herêma Kurdistanê jî nehatiye derbaskirin.

Yan medya PKKê ew ji bîr kiriye yan jî ji ber ku dizanin girseya wan ‘bi dijminatiya PDKê hatiye tijekirin’ rasterast bûyer xistine stûyê PDKê.

Di medyaya PKKê ew beşa ku dibêjin, daxuyaniya artêşa Îranê ye wiha hatiye dayîn:

 “Beriya êrîşan me banga rawestandina êrîşên ser me kiribû. Êrîşa îro ji aliyê Biryargeha Hemze Seîd Şuheyda ve hatiye kirin. Herwiha li Herêma Kurdistanê li dijî van partiyan bi moşek û dronan êrîş hat kirin. Supaya Pasdaran heta ku Herêma Kurdistanê erka xwe ya bo hêzên Rojhilatê Kurdistanê bicih neyîne wê êrîşên ser baregehên wan berdewam bike. ”

  • Gelo kengî we dîtiye Îranê di daxuyaniyeke xwe ya fermî de, navê Rojhilatê Kurdistanê û Rojhilat bikar aniye?
  • Xaleke din jî ka ew hevoka bi îdiaya PDKê kirine manşet li ku derê ye?
  • PDK çawa dibe agahiyên êrîşeke ser partiyeke bi navê xwe bi Îranê re parve dike? Her tişt eşkere ye ku bê kî ji bo Îranê çi dibêje û wekî mînak ji xwe re dibîne.

 “Heta ku PKK, di bin bandora Îranê de be helwesta wê naguhere”

Ev neyartiya PKKê ya dijî PDKê ku bidawî nabe, gelekî metirsîdar e û cihê fikaran e.

Êdî hatine wê astê ku di rewşeke wiha ya êrîşeke hovane ya rejîma Îranê de jî tenê gotinekê nabêjin û daxuyaniyekê nadin.

Ji PKKê nayê hêvîkirin ku li hember rejîma Tehranê helwesteke stratejîk nîşan bide. Heta ku PKK armayên Heşda Şeîbî deyne ser milê endamên xwe, li Silêmaniyê di bin misogerî û banê Îranê de tevbigere û li Rojava û Sûriyê jî parêzvana siyaseta Îranê be, di vê helwesta wê de jî ti guherînek çênabe.

Em ê bibînin bê di rojên pêş de, wê aliyên girêdayî PKKê hîn çi îftira û bêbextiyan bikin!