image

PeyamaKurd – Çend roj berê Facebookê hin hesab û rûpelên nêzîkî YNKê û Saziya Îstixbaratê Zanyariyê girtin ku ew rûpel û hesabên Facebookê li dijî PDKê û hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî reqabeta siyasî û dijayetiykirinê dihatin bikaranîn.

Di gotara Al-Monitor a ji aliyê Adam Lucente hatiye nivîsîn de, hatiye gotin ku ew hesabên facebookê yên girêdayî îstixbarata YNKê bi sedema ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kirine hedef hatine girtin. Herwiha dibêje, ew hesab girêdayî Zanyarî ne ku saziya îstixbaratê ya YNK ye û Lahor Talebanî berpirsê wê ye.

Kompaniya Graphika a lêkolînên ser medya civakî jî di rapora xwe de gotiye, ew hesab û rûpelên nêzîkî YNKê yên hatine girtin, ‘PDK, Mesrur Barzanî û Nêçîrvan Barzanî’ kirine hedef û bi wê erkê ve rabûne.

“Hesabên girêdayî îstixbarata YNKê hatin girtin”

Facebookê di rapora meha Gulanê de ragihandiye; 324 rûpel, 71 hesab, 5 kom û 31 hesabên Instagramê yên girêdayî Zanyariyê hatine asêkirin.

Hatiye diyarkirin ku hesabên ji aliyê Facebookê ve hatine girtin, siyasetmedarên Kurd teqlît kirine ango hesabên sexte-fake in û bi îmaja ajansa nûçeyan agahî belav kirine ku herwiha ji bo reklama wan hesaban jî 270 hezar dolar pere hatiye xerckirin û zêditirî 4 milyon kes jî ketiye şopa her yek ji wan rûpelan.

“Van hesaban PDK kiribû hedef”

Rapora Facebookê behsa têkiliyên hin siyasetmedarên Kurdan bi Tirkiyê re dike. Tê gotin ku ew hesabên YNKê, PDKê rexne dikin û dixwazin têkiliyên xwe yên aborî bi Tirkiyê re qut bike, bi hinceta ku Tirkiye li Iraq, Sûriye û Tirkiyê bi Kurdan re di nav şer de ye.

Di rapora Facebookê de herwiha nivîseke wêneyê Serokê DAIŞê Ebubekir Bexdadî yê hatiye kuştin tê de ye, li ber logoya PDKê hatiye bicihkirin jî cî digire. Di bin wêne de hatiye nivîsîn; “Jina wî (Bexdadî) li keleha PDKê ya Hewlêrê ye. Heger şaş be bila Balafirxaneya Erbîlê înkar bike”.

Kompaniya Graphikayê tesbît kiriye ku ew hesabên hatine girtin, êrîşî PDKê dikin û di rapora ser daneyên Facebookê de hatiye gotin ku wan hesaban Serokwezîr Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî ji ser axaftina wî ya derbarê krîza aborî de rexne kiriye. Herwiha li gorî Graphikayê tesbît kiriye ku bi ser rewşa aborî re wan hesaban Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî kiriye hedefa xwe.

“Komikek ji nav YNKê hikûmetê hedef digire”

Li ser van pêşhatan Al Monîtorê xwe negihandiye saziya îstixbaratê Zanyariyê, lê belê berpirsekî Herêma Kurdistanê gotiye, agahiyên rapora Graphika ‘gelekî rast in’ û bi taybet jî YNK di nav hewla rexnekirina Mesrur Barzanî de ye. Wî berpirsî herwiha gotiye, komikek ji nav YNKê ji bo hedefgirtina hikûmeta Kurdistanê serokwezîr pereyekî zêde ji bo teknolojiyê xerc dikin.

Berpirsa ewlehiya sîber a Facebookê  Nathaniel Gleicher, li ser rêbaza xapandinan bi hesabên sexte-fake diyar kiriye ku gelek kes û hikûmet serî li wê rêbazê didin.

 Gleicher dibêje;  “Bandor û hêza dezgeheke medyayî bi alîkariya stratejîk a dewletî re dikin yek. Mafê her kesî heye ku bizanin bê ew agahî û nûçeyên dixwînin, di bin bandora weşaneke hikûmetekê de hatine belavkirin, yan na.”

Wergergera ji Îngilîzî: PeyamaKurd