image

PeyamaKurd - Tirkiye tevî hemû fişarên siyasî û aborî yên Amerîkayê jî hewlên bo lawazkirina Hêzên Sûriya Demokratî (HSD) li herêmê didomîne. Divê Amerîka piştî hilbijartinên 2023yan ên Tirkiyê û piştî wê, fişara dijî operasyona bejahî li ser Enqereyê berdewam bike.

Di beyana 14ê Îlonê ya Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de, hatiye gotin: “Sûriye nikare şerekî berfirehtir hilgire, lê belê ber bi wê de jî diçe.”

Xetên eniyên li Sûriyê ji Adara 2020yan ve hatine cemidandin û li ser wan xetan jî êrîşan hema hema her roj dewam kir. Ligel vê jî dagirkeriya Rûsya ya Ukraynayê, tevî spekulasyona vekişîna bi temamî valahiyeke mezin a hêzê derxist holê.

‘Pevçûnên li Sûriyê li pênc qadan dewam dikin”

Yek ji piştevana aloziya berdewam a Sûriyê jî “Peymana Agirbestê ya bakurê rojava’ ya Adara 2020an hatiye îmzekirin e û pê re jî eniya dawî ya herî mezin hatiye cemidandin.

Piştî wê hema hema nêzî sê salan e ku pevçûn li ser sê qadan rû didin:

1) Êrîşên dronên Tirk li Rojavayê Kurdistanê, bombardiman û pevçûnên bi HSDê re rû didin,

2) Pevçûn û bombardimanên li seranserî xeta Idlibê çêdibin,İdlib cephe hattı

3) Li bakurê rojavayê Sûriyê pevçûnên navbera Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) û komên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike,

4) Li başûrê Sûriyê pevçûnên navbera rejîmê, serhîldêran û DAIŞê,

5) Li navenda Sûriyê hebûna HSDê û êrîşên DAIŞê

‘Du senaryoyên ku bi egera dijwarbûna pevçûnan rû bidin’

Heger ji van pevçûnan wêdetir, şer hîn dijwartir bibe wê hin rewşên girîng xwe bidin der.

Yek; bi îhtimaleke mezin wê Tirkiye operasyoneke nû ya bejahî li ser HSDê pêk bîne ku wekî beşek ji PKKê wê dibîne. Lewra Tirkiye ji havîna 2022yan ve sînyalên ku dixwaze êrîşekê li herêmên HSDê bide destpêkirin gelek caran dide.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan gotiye ku bajarên Minbic û Kobanî yên di bin kontrola HSDê de ku navendên aborî ne û xwedî nifûseke zêde ne, di hedefa wan de ne.

Du; ya ku bi awayê potansiyel rê veke jî dibe ku Idlib be. Ev enî, ji aliyekî ve ji ber bicihbûnên hêzên Tirk û li aliyê din jî ji ber astengkirina Rûsyayê li ser Şamê, ev demek dirêj e di rewşeke stabîl de ne. Lê pevçûnên rejîmê û milîsan dewam dikin. Li aliyê din jî Rûsya di bombardimana xaniyên sivîlan de berdewam e.

“Dibe ku pevçûn ji kontrola Tirkiye û Rûsyayê derkevin”

Dibe ku di vê rewşê de, rejîm û Rûsya berê xwe bidin operasyoneke bejahî li hember serhildêran û di vê qonaxê de jî dibe pevçûn ji kontrola Tirkiye yan jî Rûsyayê derkevin.

“Li ber sîbera hemû hevsengiyan, pirsa bingehîn ew e ku wê dagirkeriya Rûsya ya li Ukraynayê çi bandorê li Sûriyê bike?”

Lîderên herêmê dixwazin, wê valahiya ku ji Rûsyayê derketiye holê tije bikin û pozîsyonên xwe li Sûriyê xurt bikin. Hevdem rêxistinên navdewletî û komên çekdar jî hewl didin xwe bihêztir bikin.

Moskowaya ku piraniya hêzên xwe ji Sûriyê vekişandiye, êdî wekî berê ji Esed re nabe sengereke leşkerî.

Rûsan û Sûriyê li dorûbera Idbilê dîwarekî rejîmê lêkirin. Dîwarê mijara gotinê, bi hejmareke zêde ya ku HSD nikare pê serî rake tê piştevanîkirin.

‘Hilbijartinên Tirkiyê û helwesta Amerîka’

Gelekî behsa rolên Tirkiyê yên di şerê Ukraynayê de hat kirin. Enqere û Moskowa ji dema destwerdana 2015an a Rûsyayê ve, di hevsengiyeke ‘blof-darbe’ de tevdigerin.

Hokara herî girîn a polîtîkaya Tirk a li Sûriyê rawestandina penaberan e. Ev mijar hem ji bo deshilatê hem jî ji bo opozîsyona Tirk meseleyeke krîtîk a navxwe ye. Ji ber wê jî Tirkiye rê nade êrîşeke rejîmê ku bi milyonan Sûriyan bavêje ser sînor. Herwiha naxwaze jiyana leşkerên Tirk jî ji bo piştevaniya serhildêran bixe xeteriyê.

Ya ku dihêle Tirkiye li hember HSDê bêtevger bimîne, di rastiyê de ne Rûs in, berevajî wê siyaseta navxwe ye. Erdogan herî zêde ji ber hilbijartinên 2023yan û berteka Amerîkayê nikare biryarên derbarê Sûriyê de bide.

“Tirkiyê derfet dît ku torên lîdertiya HSDê lawaz bike”

Tevî bêtevgeriya xetên eniyên şer jî sivîlên bakurê rojavayê Sûriyê rojane rastî bombardimanên hêzên rejîmê tên. Ji ber xerabûna rewşa mirovî li herêmê, rêxistinên wekî El Qaîde û DAIŞ jî ji valahiyê sûdê distînin. Herwiha xeteriya ku hêzên Tirk li herêmê mayinde bibin heye.

Li bakurê rojhilatê Sûriyê hebûna hevpeymaniya navdewletî ya bi piştevaniya Amerîkayê, dibe sîper li hember Tirkiyê ku ji destê HSDê erdên nû bistîne û rê li ber vegera DAIŞê digire.

Fişara Amerîkayê ya li ser Tirkiyê, heta niha nehiştiye ku Tirkiye êrîşî ser Minbiç û Kobaniyê bike. Lê belê bêdengmayîna li hember êrîşên SÎHAyên Tirk derfeta ku torên lîdertiya HSDê lawaz bike da destê Tirkiyê.

Ji ber ku Rûsyayê hişê xwe daye ser şerê Ukraynayê, niha li Sûriyê bûye aktoreke sînordar a lawaz.

Li gorî siyasetmedaran Tirkiye û Amerîka bûne garantorên îstiqrarê li herêmê û wisa dixuye ku tenê peymanên ew di nav de cî bigirin dikarin demdirêj bin.

Lê belê divê Amerîka piştî hilbijartinên 2023yan û piştî wê jî fişara xwe ya li ser Tirkiyeyê ya bo operasyoneke bejahî berdewam bike. Her çiqas ev wekî polîtîkayên zehmet xuya bikin jî heger rastiyên Sûriyê û sedemên wê bên piştguhkirin, wê bi îhtimaleke mezin demên pêş tansîyon bilindtir bibe.


Gregory Waters | Middle East Institute

Werger-Sererastkirin: PeyamaKurd