image

PeyamaKurd – Ev demek e daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên li ser ‘girtîgehên Îmralî û Edirneyê’ di rojeva Tirkiyê de têne nîqaşkirin. Erdogan gotibû, wê yê li Edirneyê ango Selahattîn Demirtaş hesab bide yê li Îmraliyê Abdullah Ocalan û bal kişandibû ser cudabûn û nakokiyên navbera her du aliyan.

Her çiqas zelal nebûye bê Erdogan bi wan gotinan xwestiye çi bike jî nîqaşa; ‘Gelo wê AKP di siyaseta xwe ya Kurd de guhertineke stratejiyê bike?’ tîna bîra mirov.

Di rojeveke wiha de, ji Zanîngeha Munzur a Dersîmê Prof. Dr. Alî Kemal Ozcanê ku dema hilbijartinên herêmî yên Stenbolê (23yê Hezîrana 2019an) nameya Abdullah Ocalan ji girava Îmraliyê anîbû û xwendibû û herwiha yek ji serkirdeyê PKKê Duran Kalkan û çend kesên din li ser wan daxuyaniyên Erdogan nirxandin kirin. Li ser daxuyaniyên Erdogan ên ‘Ocalan-Demirtaş-Îmralî’ gelek kesên din nêrînên xwe parve dikin, lê mijar hîn jî nezelal e.

Wekî tê zanîn, Ocalan li ser bidawîkirina pêvajoya çareseriyê HDP û Selahattîn Demirtaş berpirsiyar nîşan dabû û bi awayekî eşkere ew daxuyaniyên Ocalan li raya giştî jî hatibûn belavkirin.

Niha jî muhtemel e ku di hevdîtinên dewletê yên Îmralîyê de careke din ew mijar hatibe rojevê û Erdogan bi xwe jî ji raporên wan hevdîtinên berdewam haydar e.

“Di hevdîtinên ligel MÎTê de pevketina Demirtaş-Ocalan bal kişandibû’

Heta di girtenameyên hevdîtinên MÎT û Ocalan ên di çarçoveya ‘proseya çareseriyê’ ya dawiya 2011an hatibû destpêkirin de, nakokî û lihevnekirina Ocalan û Demirtaş jî eşkere bûbû.

Dîyalogên têbiniyên di nav wan hevdîtinên bi navê ‘Girteyên Îmraliyê’ de, yên 26ê Hezîrana 2014an de diyalogên balkêş hebûn. Mijar jî: Hilbijartinên serokomariya Tirkiyê yên 10ê Tebaxa 2014an bû. Di heyetê de parlamenterên HDPê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken hebûn.

Dema Pervîn Buldan ji Ocalan re gotibû, navê Demirtaş ji bo namzediyê derdikeve pêş Ocalan îtiraz kiribû û gotibû, wê navê Demirtaş bibe sedema nîqaşan lewma jî çend navên din pêşniyar kiribûn.

Dîyaloga wê hevdîtinê wiha bû:

“OCALAN: Niha em werin ser meseleya serokomariyê. We çi kir, ka em behsa vê bikin.

BULDAN: Navê Selahattin Demirtaş derdikeve pêş.

OCALAN: Bi min divê xebata we li ser navekî Tirk, Elewî û wekî din bûya. Di rewşa wiha de wê nîqaş çêbibin. We dît doh jî ji bo Fîgen bixin zorê, jê pirsîn: “Gelo tevgera Kurd te wekî haveynê Tirk bikar nayîne?”  Heke na Selahattîn jî guncaw e. Lê belê heger Elewî û Tirk be wê ji bo aliyên cuda nûnertiya xwe tê de bibînin bandoreke erênî bike. Wisa difikirim.”

Ji doh heta îro rewşa wiha bû, lê gotinên Erdogan ên di çarçoveya nakokiyên navbera Ocalan-Demirtaş de niha ji nû ve ketine rojevê. Li aliyê din daxuyaniyê raya giştî yên behsa heyama piştî Erdogan dikin jî mijar gihandiye qonaxeke din.

 “Tenê Ocalan dikare canê Demirtaş rizgar bike!”

Prof. Dr. Alî Kemal Ozcanê ku beriya hilbijartinên 23yê Hezîrana 2019an ên Stenbolê nameya Abdullah Ocalan ji raya giştî re xwendibû jî di hevpeyvîneke medya Tirk de di çarçoveya gotinên Erdogan de daxuyaniyeke balkêş da û got: “Heger Demirtaş dema ji girtîgehê derkeve, bikare canê xwe rizgar bike, dev jî dewamkirina siyasetê berdin tenê Abdullah Ocalan dikare canê wî rizgar bike.”

Daxuyaniyeke Ozcan a balkêş ya din jî ev e ku dibêje; “Ez niyeta Erdogan nizanim. Gelo tenê Erdogan vê dizane? Dema Selahattîn Demirtaş ji girtîgehê derket û çû pêşberî Ocalan  û gelê Kurd wê jê bê pirsîn. Te çima got, Em te nakin serok?”

“Beşa girîng û balkêştir a daxuyaniyê jî wiha ye..”

“Min name xwend. Gelo kî Selahattin Demirtaş dişand Îmraliyê? Hem jî ne carekê çend caran ew şandine. Kom bi kom ew dişandin. Ocalan ketibû navenda siyasetê. Piştî 20 salan dewleta ku Erdogan serokê wê bû, Ocalan kiribû muxatab. Gelo çima ji her kesî zêdetir Demirtaş dijminatî bi wî muxatabî re kir û axaftineke bi 3 peyvan a ‘em te nakin serok’ li parlamentoyê kir? Herî pêşî Demirtaş beg êrîşî Erdogan dikir.

Îro êrîş bikira baş bû, lê wê demê di yek du hefteyan de carekê tu dişandî cem Ocalan. Dema digihîştin Mudanyayê kamerayên weşana zindî li bendê bûn. Wê heyamê li parlementoyê MHP û CHP li kêleka hev bûn, wê demê ew bihevre bûn. Hûn dizanin çareserî nedixwestin.

Wan digotin, Abdullah Erdogan  Tayyip Ocalan û henekê xwe dikirin. Demirtaş pêşengtiya van hemûyan kir. Niha Demirtaş derkeve, ez texmîna xwe dibêjim; Heger Demirtaş dema ji girtîgehê derkeve, bikare canê xwe rizgar bike, dev jî dewamkirina siyasetê berdin tenê Abdullah Ocalan dikare canê wî rizgar bike.”

“Li şûna ku hesab ji Qendîlê bê pirsîn diyar e wê Demirtaş bikin gunehkar”

Ozcanê ku dibêje, ew ji aliyê dewletê ve bo Îmraliyê hatiye şandin, niha jî ji bo bandorê li raya giştî bike ji nû ve derketiye sehnê. Ew gotinên Ozcan ên “Demirtaş derkeve nikare xwe biparêze, wê gel ji ber gotinên ‘em te nakin serok’ hesab jê bipirse bi zanebûn têne kirin ku diyare deshilatî giraniya wan gotinan a li ser civakê dizane û bi rêya wî jî tê xwestin bertekên civakê bipîvin.

Li aliyê din yek ji serkirdeyên PKKê Duran Kalkan jî li ser daxuyaniyên Erdogan ên Îmralî-Edirneyê daxuyanî dan û wî jî got, “Ne tenê Demirtaş, em ê hemû hesab bidin Îmraliyê. Herî zêde jî yên ev gotin kirine wê hesab bidin.”

Li demeke ku hilbijartineke pêşwext li ber deriyê Tirkiyê ye, deshilatî her ku dikeve tengasiyê dixwaze berê xwe bide Kurdan, lê niha rewş hîn jî diyar nebûye. Lê belê deshilatî û Erdogan hay jê hene ku ‘Heger Ocalan ji navberê bê derxistin, wê popularîteya Demirtaş di nav gel de zêdetir bibe û wê ev jî kurdan bixe nav nasname û pêkhateyeke cuda.”

Çimkî di hilbijartinên Stenbolê de hat dîtin ku nameya Ocalan bikêr nehat û li hember gotinên Demirtaşê di girtîgehê de têk çû. Cudahiyên navbera Selahattin Demirtaş û Abdullah Ocalan ji xwe têne zanîn.  Lê gotin û daxuyaniyên Erdogan jî vê pirsê tîne bîra mirov: “Gelo dewlet bi her du aliyan re jî hevdîtinan dike û her tiştî dizane?”