image

PeyamaKurd - Kuştina Mahsa Amini (Jîna Emînî) ji aliyê polîsê exlaqê yê Îranê ve, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jin rakirin ser lingan ku serhildana li dijî rejimê li gelek welatên cîhanê jî veguherî protestoyan.

Destpêkê gelek kesan ew protesto wekî aciziyeke civakî nirxandin û fikirîn ku wê bên tepeserkirin. Lê belê hê jî berdewam dikin û her diçe li dinyayê jî ev protesto belav dibin.

Şarezayên ku Îranê ji nêzîk ve dişopînin dibêjin ku protestoyên niha ji yên salên 2019 û 2012an gelekî berfirehtir in.

Çend roj berê nûçe û dîmenên ku beşek mezin ji Tehranê ji kontrola polîsê Îranê derketiye û bi ser xwepêşanderan de jî guleyên rastîn bi awayekî hovane hatine reşandin, belav bûn. Hejmara kuştiyan nayê zanîn, lê xwepêşanderan paşde gav neavêt.

Heta nûçeyên ku hêzên rejîmê, ji bajarê Kurd Şînoyê hatine derxistin û baregehên pasdarên Îranê hatine şewitandin jî belav bûn. Divê yên ku van protestoyan biçûk dixin û dibêjin, ji rejîma mollayan re ne gef e, careke din li ser bifikirin.

“Wêrekiya jinên Îranê ya di van protestoyan de bê mînak e”

Wêrekbûna jinên Îranê ya di van protestoyan de bê mînak e. Li bajar, bajarok, gund û her deverên Îranê ji keçan bigirin heta pîrejinan jinên ji her temenî serpoşên xwe derdixin. Tevî ku dizanin ew dê rûbirûyî girtin û heta mirinê jî bên bi vî awayî rejîmê protesto dikin.

Ji bo piraniya van jinan êdî veger nîne. Xeta sînorên rejîmê derbaskirin û ew jî dizanin heger bi van protestoyan di guhertina rejîmê de bi ser nekevin, wê çi bê serê wan.

Sala 2019an ji ber bihabûna nirxê sotemenî û xurekan protestoyên mezin hatin kirin. Di van protestoyan de herî kêm Hezar û 500 xwepêşander hatin kuştin û piştre jî wekî ‘Mijdara Xwînî’ bi dawî bûn.

Lê belê kuştina Mahsa Aminî, hêrsa jinên Îranî ya deh salan nîşan dide û ji mêrên îranî jî piştevaniyeke mezin didin protestoyan.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di daxuyaniya xwe ya dawî de gotiye, divê bi awayekî bi biryar têkoşîn li dijî xwepêşanderan bê dayîn.

Mahsa Amini keçeke Kurd bû. Qetilkirina wê li bakurê rojavayê Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) rastî karvedan û berteka tund a Kurdan hat û aloziyeke nû di navbera rejîmê û Kurdan de derket.

Lê belê protesto bi vê jî sînordar nebûn û li gorî raporên dawî, hema hema li tevahiya Îranê (31 bajaran) protesto belav bûn.

Ev nexşe cihê protesto têne kirin nîşan dide:

Bajarê Seqizê yê Jîna Emînî lê ji dayik bûye û bajarê Şînoyê yê ku dibêjin, hêzên rejîmê hatine derxistin, piraniya niştecihên wan Kurd in û li bakurê rojava dimînin.

“Êdî li Îranê di navbera jin û mêran de guherîneke helwestê heye”

Niha ne diyar e, bê li bajarê Jîna Emînî ku 18ê Îlonê bi xakê hatiye spartin, çi diqewime. Ya ku tê zanîn ew e ku hikûmeta Îranê hemû ragihandin xiztema telefonê û înternet qut kiriye.

Înternet û girêdana xetên telefonan, ji aliyê hin welatiyan ve bi teknîkeke derveyî yasayan, bi rêyên telefonên peykê û înterneta peykê tê dabînkirin.

Uşnu û Şîno wekî heman bajarî ne dixuyin. Li herêmê baregehên ku hatine şewitandin hene!

Li gorî zanyariyên medyayî, qadên hîn mezintir ketine bin kontrola xwepêşanderan. Lê belê dûrî îhtimalê ye ku niha çend bajar û bajarok ketibûn bin kontrola xwepêşanderan. Ev nûçe hîn gelekî zû ne.

Lê belê ya balkêş ew e ku li deverên protesto nayên kirin jî di navbera jin û mêrên Îranê de, guherîneke helwestê ya mayînde çêdibe.


 Mark Sumner | Daily Kos

Werger - Sererastkirin | PeyamaKurd