image

PeyamaKurd - Di rojnameya Brîtanî The Telegraph de, derbarê Tirkiyê de analîzeke balkêş hate belavkirin.

Rojnameya Telegraph, îdia dike ku di şerê Rûsya û Ukraynayê de, aliyê serkeftin bi dest aniye Tirkiye ye. Di nivîsê de tê gotin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, valahiya ku ji ber şerê Rûsyayê derketiye holê pir baş tije kiriye.  

Rojnameya xwedî prestîj a Brîtanyayê The Telegraph, balê dikişîne ser pêgeha Tirkiyê û diyar dike, bi navbeynkariya Tirkiyê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, pevguhertina dîlên şer pêk hatiye û dij mijara hinardekirina zad de jî Tirkiye wek aktorekê derketiye pêş.

"Erdogan ji bo valahiyê tije bike kete tevgerê”

Di analîza ku bi sernavê; "Serkeftiya eslî ya şerê Pûtîn ê Ukraynayê Tirkiye ye” de, tê diyarkirin ku "Îtibar û bandora Rûsyayê ya li Ewropa û Rojhilata Navîn ziyan dîtiye” û hatiye gotin, “Erdogan ji bo tijekirina vê valahiyê ketiye tevgerê”.

Herwiha hatiye diyarkirin ku Erdogan hefteya borî, ragihandiye ku “Sedsala Tirkiyê diveje” û soz daye “Welatê xwe bigihîne asteke rojên bi îhtişam”.

"Wê Erdogan, gavên Osmaniyan bişopîne”

Di analîzê de hatiye bibîrxistin ku Erdogan heyrantiya xwe ya bo hêza Dewleta Osmanî û nirxên îslamî venaşêre û wisa dixuye ku dê di wê rêyê de bimeşe.

Li gorî Telegraphê Tirkiye ji bo destê xwe di dabînkirina enerjiyê (gazê) de bi bihayekî guncaw bihêz bike, xwe li Rojhilatê Ewropa û Asyaya Navîn nîşan dide.

“Pûtîn nikare pêşve biçe, lê Tirkiye derdikeve pêş”

Di analîzê de wiha tê gotin: “Di demeke ku Rûsyaya nikare hevsengiyekê di nav berjewendiyên xwe de ava bike de, Tirkiye hewl dide valatiya derketiye holê tije bike. Lewma jî naxwaze Pûtîn ji xwe bide revandin. Ji destpêka şer ve, Erdogan ji bo tiştên dixwaze bi dest bîne, bi herdu aliyên şer re j3i bi hosteyî têkiliya xwe berdewam kir.

Li aliyekî Tirkiyê bi dehan balafirên Bayraktar TB-2 ji şirîka xwe ya nêzîk Kîevê re şandin û li aliyê din jî dorpêçên ser Rûsyayê red kirin.”

Herwiha hatiye destnîşan kirin ku dema Moskowê biryara vekişîna ji peymana zad daye, Erdogan ji bo Pûtîn careke din werîne ser xetê telefoneke wî têr kiriye.

Analîza bi gotinên, “Leşkerên Pûtîn nikarin pêşve biçin û rastî têkçûnan tên. Lê belê Tirkiye pêşde diçe û bandora wê derdikeve pêş” tê bidawîkirin.