image

PeyamaKurd - Êrîşên Îranê yên moşekî bi ser baregehên hevpeymana navdewletî û Amerîkayê de, li cîhanê rastî karvedaneke mezin hat.

NATO

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg êrîşên şeva 7ê Çile yên îranê şermezar kir û got ku NATO misyona xwe ya digel hevpeymaniyê ya rahênanê li Iraqê berdewam dike û da zanîn ku ti karmendekî wan di êrîşan de nehatiye kuştin û birîndar nebûye û ew rewşê tevî bergiriyên xwe dişopînin.andı.

UNAMI - Neteweyên Yekbûyî

Li aliyê din nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) jî li ser êrîşa moşekî ya Îranê bi ser Hewlêr û Enbarê de ragihand ku rewşê aloztir dike.

UNAMIyê da xuyakirin, "Careke din serweriya Iraqê hat binpêkirin. NY daxwaz ji hemû aliyan dike dest bi danûstandinan bikin û nabe Iraq baca nakokiyên aliyekî bide.

Brîtanya û Almanyayê piştî êrîşê demildest êrîşên Îranê şermezar kirin û bi ser de jî berê firînên ezmanî yên bi ser Iraqê de guherandin.

Brîtanya

Berteka herî tund ji Brîtanyayê hat û Wezîrê derve yê Brîtanyayê Dominic Raab got: “Em vê êrîşa ser baregehên hevpeymanî ku leşkerên îngilîz jî tê de ne şermezar dikin, em ji agahiyên derbarê birîndaran û bikaranîna moşekên Balîstîkî bi fikar in.”

Raab bang li Îranê kir ku demildest tansîyona vê rageşiya xeternak kêm bike û got, “Şerekî li Rojhilata Navîn tenê bi kêra DAIŞê û rêxistinên din ên terorî tê.”

Almanya

Wezareta Bergiriya Almanyayê jî êrîş bi tundî şermezar kir û ragihand ku ti ziyan negihiştiye leşkerên Alman ên li baregeha Hewlêr ê.

Çîn

Berdevkê Wezareta Derve yê Çînê derbarê rewşa li rojhilata navîn de piştî êrîşa moşekî ya Îranê axivî û got: “Ev rewş ne di berjewendiya ti kesî de ye, divê pirsgirêk bi rêya diyalogan û bi awayekî guncaw werin çareserkirin.”

Îmaratên Yekbûyî yên Erebî

Wezîrê derve yê Îmaratê Enwer Qirqaş li ser hesabê xwe yê Twîterê tekez kir ku kêmkirina şer dinavbera Emerîka û Îranê di dema niha de pêwîstiyek e û divê pêvajoyeke siyasî ku herêmê ber bi aramiyê ve bibe, were meşandin.

Fransa

Çavkaniyekê ji Hikumeta Fransayê piştî zêdebûna aloziyê û êrîşên Îranê tekez kir ku ti plana wan tine ye ku hêza xwe ya ji 160 leşkeran pêk tê, ji Iraqê bikişînin.

Îspanya

Cîgirê Serokwezîrê Îspanyayê piştî êrîşan got ku welatê wî wê hin hêzên xwe yên li Iraqê veguhezîne Kuwêtê.

Îsraîl

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî êrîşa Iranê şermezar kir û piştgiriya xwe bo Amerîkayê ragihand.

Hindistan

Piştî vê êrîşê Hikumeta Hindistanê hişyarî da welatiyên xwe yên li Iraqê ku tevgera xwe kêm bikin.

Piştî êrîşa Îranê Almanya, Fransa, Ukrayna, Awistraliya, Malezya û Sîngaporê berê xetên xwe yên ezmanî ji ser Îranê û Iraqê guherandin.