image

PeyamaKurd - Di sala dawî ya şerê navxweyî yê Sûriyê ku serhildana wê veguherîye pozberiyê de, aboriya ku ber bi xerabiyê ve diçe, ji sedî 90ê welatiyên Sûriyê ber bi xizaniyê ve kaş dike û li aliyekî jî hewldanên asayîbûna bi Şamê re, bi leztir bûn. Herwiha Sûriyeya ku ji sedî 70yê wê ji aliyê Beşar Esed ve tê kontrolkirin, bakurê rojhilat (Rojava) û bakurê rojava (İdlib) di hevsengiyeke tevlihev û qirofek de ye.

Alicia Medina ya ku ji malpera nûçeyan a Syria Direct, analîzên pisporên polîtîkayê yê Rojhilata Navîn ên di derbarê Rojava û Sûriyê de û pêşbiniyê wan ên ji bo 2022yan nivîsî.

Di makaleya ku bi sernavê, “Reşnivîsa 2021ê ya Sûriyê û di 2022yan de çi li pêşiya wê ye?” de, li ser gumana destekariya Tirkiyê li dijî Rojava, geşedanên li İdlibê û dosya rêxistina terorîst a DAIŞê hatiye sekinandin.

Rojava:

Gefên bi gumana destekariya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên li dijî Rojavaya ku di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de û binpekirinên agirbestê, bi bergerî berdewam kir.

Birêveberê Koma Projeya Qeyrana Navneteweyî Heiko Wimmen ku dibêje, çareseriyek leşkerî ji bo Rojava tuneye û hayê Tirkiyê jî ji vê heye, diyar dike: “Ez bawer nakim Tirkiye bixwaze li Rojava cihê dagir kiriye firehtir bike. Di rewşeke wiha de, ew ê bi Rûsan re têkevin pêvajoyeke dijwar.” 

Li gor Birêveberê Bernama Sûriyê yê Enstîtuya Rojhilata Navîn Charles Lister jî da zanîn, Rûsya li hember gumana destekariya Tirkiyê ya li dijî Rojava, xeta sor daniye û divê Tirkiye ji bo tevgereke li herêmê, destûrê ji Rûsyayê bistîne.

Lister herwiha eşkere kir, ji ber berjewendiyên projeya Turkstream û sîstema berevaniyê ya S-400î, Moskow û Enqere her dem di hevsengiyê de ne û ji bo her du aliyan jî, berdewamiya vê dînamîkê girîngtir e.

Mijarek din a tevlihev jî, mijara HSDê ye. Lister destnîşan kir, hevpeymanê sereke yê HSDê Amerîka ye û birêveberiya Biden, bi bergirî dibêje yekîniyên xwe ji Rojava venakişînin.

Pisporê Rojhilata Navîn bal kişand ser rêkeftina Rûsya ya ji bo Rojava amade kiriye û diyar kir, Rûsya pêşniyaza jêgerîna bidestxistinên 6 salên dawîn ji Kurda dike, tevî vê jî HSD deriyên xwe ji Moskow û Şamê re negirtiye.

Lister herwiha got, wê HSD di 2022yan de hewl bide ji bo Amerîka biryara Encûmena Asayişê ya Koma Milletan a bi jimara 2254an gavan biavêje û handanê bide, da ku bi rejîma siyasî re rêkeftinekê çêkê.

Bakurê rojava (İdlib)

Li Bakurê rojava yê ku ji maweya 2021an ve di kontrola hêzen dijber û Îslamparêzên rijd Hayat Tahrir el-Şam (HTŞ) de ye û binpêkirinên agirbestê dibin, agirbest berdewam dike. Lister da zanîn, tevî ku her roj agirbest tê binpêkirin jî, ev rewş ji bo her du aliyan guncawtir e.

Li gor Lister got, êrîşeke berfireh û plankirî ya Şamê, li dijî herêmê ne pêkan e û destnîşan kir: “Tirkiye hebûna xwe ya herêmê berdewamî berfireh kir û gumanek mezin heye, ev rewş pozberiyeke rasterast di navbera yekîneyên Tirk û Sûriyeyî de derxe. Lê belê, Rûs bi vê re mijûl nabin.”

Lister eşkere kir, di encama êrîşeke mezin de, bi hezaran kes wê berê xwe bidin axa Tirkiyê û ev rewş ji bo Enqerê, xeta sor e.

Herwiha Wimmen da xuyakirin, di encama operasyona Tirkî ya pêkan de, dibe ku gelek çekdarên cîhadîst ên ji Yekîtiyan Sovyeta berê ne û li bakurê rojava ne, belav bibin û ev tirseke mezin e ji bo Rûsyayê.

Dosya DAIŞê:

Li gor amarên Navenda Zanyariyan a Rêveberiya Xweser, di sala 2021ê de, li Rojava 267 êrîşên DAIŞê pêk hatin. Di van êrîşan de, 186 kesan can dan. Dema ev amarên han, bi êrîşên 2020an ve tên berawirdkirin, kêmbûnek tê dîtin. Di sala 2020an de, rêxistina terorîst 527 êrîş pêk aniye û bûye sedema mirina 299 kesan.

Lister diyar kir, dibe ku DAIŞ bi taybetî 12 mehên dawî, ji bo torên xwe yê fînans û lojîstikê ji nû ve vesaz bike bi kar bîne û bi êrîşên tevlihevtir zindî bibe.

Ji têkçûna DAIŞê ya 2019an a Baghouzê ve, nêzî 10.000 endamên DAIŞê, di zindanên Rojava de girtî ne. Li Kampa Holê ya 60 hezar malbatên endamên DAIŞê tê de ye, îdiaya bibe qada ji nû ve zindîbûna DAIŞê tê kirin. Di sala 2021ê de, li Kampa Holê ji 95î zêdetir mirin çêbûn. Li Kampa Holê, bêewlehiyek bêhempa heye;  Li gor lêkolînera Şopandina Rêxistina Mafên Mirovan Sara Kayyali destnîşan kir: “Ji aliyê şert û mercên mirovî, rewş xeterdir dibe û tu alîkarî bi tenê vê çareser nake.”

Hewldanên asayîbûna bi rejîma Esed re!

Di sala 2021ê de, hewldanên asayîbûna bi rejîma Esed re gur bû. Urdunê, bi vekirina tevahî ya deriyên sînorên xwe, destûra geştên Şamê da. Mirnişînên Erebî yên Yekbûyî ku bi gengeşeyî serokatiya Interpolê bi dest xist jî, betal nesekinî. Wezîrê Karên Derve yê Mirnişînên Erebî yên Yekbûyî, ji bo bazşrganiyê gotûbêj bike serdana Şamê kir.

Kayyalı hişyarî da û got: “Dikarin Sîstema Înterpolê ji bo fermanên girtina siyasî ya plankirî bi kar bînin û weke dewletên wek Çînê berê kirine, dikarin sîstema bultena sor ‘bi awayekî ne baş bi kar bînin’.”

Herwiha, endama Navenda Dadmendî û Hesap Dayinê (SJAC) Nessma Bashi destnîşan kir: “Divê dewlet, hemû daxwazên ji Sûriyê tên, cidî bigrin, ji ber ku dibe ku jiyana mirovan di xeteriyê de be.”

Li gor şîroveya Analîstê Aboriyê Karam Shaar, hewldanên asayîbûnê, ‘xapandinek’ e. Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Urdun, dixwazin têkiliyan asayî bikin, lê berdêla wê çi be jî dixwazin gavên cidî ji aliyê Esad ve bibînin û da zanîn, ez bawer nakim Esad tawîzeke watedar bide wan.

Jinûve vesazkirin;

Di Îlona 2021ê de, Wezîrê Sanayiyê yê Sûriyê, bangewaziya jinûve çêkirina kargehên rûxandî li veberdêran kir. Shaar dibêje: “Ev bangewazî, kûrahiya bêhêvîtiya ku hikûmet tê de ye nîşan dide.”

Kayyali bangewaziyê têr nabîne, lê diyar dike, ji bo li Sûriye jinûve vesazkirin bê fêmkirin, divê derketina peymana 2022yan a Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî ya santrala elektrîkê bê şopandin.

Wimmen dide zanîn, ez bi guman im ku yek veberdêrek “Pereyekî mezin ji bo jinûve avakirina bingeha Sûriyê” xerc bike û bixwaze bandora Sizayên Sezar ên Amerîka li wî bike.