image

PeyamaKurd – Endamên ‘Înîsiyatîfa Parêzvanên Kurdistanê’ bi mebesta siyasî serdana Herêma Kurdistanê kiribûn, piştî ku ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan, li Balafirgeha Frankfurtê rûbirûyî destwerdan û êrîşa polîsên Alman hatin û bi kelepçeya ters hatin girêdan û binçavkirin.

Heman şande li Herêma Kurdistanê bi awayekî baş hatibû pêşwazîkirin,dema vegeriyan Almanyayê li balafirgehê ji aliyê polîsên Alman ve bi hinceta binpêkirina yasayên Alman hatin derbkirin û binçavkirin ku dîmenê wan kêliyan jî bi kamerayan hatine tomarkirin.

8 kesên endamên înîsîyatîfê dema kontrola nasnameyan, rastî helwesteke tund a polîsê Alman hatin û tevî derbkirinê bi kelepçeya ters hatin girêdan û binçavkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye endamên din ên heman înîsîyatîfê jî 23yê Hezîranê dema ji Herêma Kurdistanê vegeriyabûn, li Balafirgeha Dusseldorfê hatibûn binçavkirin ku ew înîsîyatîfa navborî bi îdiaya ‘pêşîgirtina şerekî birakujiyê yê navbera PKK û Pêşmerge’ de hatibûn Herêma Kurdistanê.

Endamên înîsîyatîfê herwiha xwestin nêrîna, ‘Polîsê Alman li dijî Kurdan bi Tirkiyê re kar dike’ bidin nîşandan.

Lê belê rewş ne wisa bû û aliyekî wê yê din hebû. Çunkî li gorî yasayên Almanyayê, ‘Welatiyên bixwazin biçin derveyî welat beşdarî çalakî, xwepêşandan û protestoyan bibin’ pêwîste beriya derkevin saziyên pêwendîdar ên hikûmetê agahdar bikin û li gorî erêkirina wan saziyan derkevin derveyî welat.

Înîsîyatîfa navborî ji ber ku bêyî agahdariya hikûmeta Alman derketiye û çûye qadeke şer ev karê wan wekî karekî îlegal (deryasayî) tê nirxandin û polîsê Alman jî bi fermana hikûmetê destwerdana wan dike.

Li gorî dengê dîmenan ê tê bihîstin polîsê Alman dibêje, “Hûn karekî îlegal dikin, wiha nabe karê hûn dikin derqanûnî ye”.

“Li Kurdistanê baş hatin pêşwazîkirin, lê rastî xezeba Almanan hatin”

Endamên wê înîsîyatîfê ku bi çûna Herêma Kurdistanê re ketibûn nav hewldana piçûkxistina hikûmeta Kurdistanê û PDKê li ber raya giştî ya Kurd piraniya wan bi awayekî baş û germî hatin pêşwazîkirin, lê berevajî hikûmeta Kurdistanê rastî xezeba hikûmeta Alman hatin.

Almanyayê careke din ev bi bîra wan xist: “Dikarî biçî, lê bêyî binpêkirina yasayên min. Dikarî çalakiyan bikî lê ew bi destûra me pêk tê û heger mafê xwe bi awayekî legal bikar bînî. Lewra ev der Almanya ye, ne Rojhilata Navîn e. û tu jî li vî welatî dijî û mecbûrî li gorî rêzik û qanûnan tevbigerî.”