image

Peyama Kurd TAYBET - Piştî ku Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) li dijî DAIŞê serkeftina xwe ragihand, kurdan di rojeva cîhanê da bi awayekî berfireh cih girt. 

Sazîyên serekî yên medyaya cîhanê bi awayekî berfireh cih da serkeftina HSDê û dîyar kir ku kurd gelekî wêrek e û li ser navê mîrovahîyê şer dikin. Ji alîyê din ve beşek welatên ku medyayê weke amûrekî propagandayê bi kar tînin jî li hemberî vê serkeftinê bêdeng man û kurdan weke ‘teror’ dane nîşandan!

Serkeftina hêzên kurdî li dijî DAIŞê di medyaya cîhanê da û di medyaya civakî da bû yek ji mijarên sereke yên rojevê. Piranîya şîroveyan li ser wê yekê bûn ku kurd gelekî wêrek e û li ser navê mirovahîyê beşdarî şer û têkoşîn li dijî DAIŞê bûye û amaje bi wê jî hatîye kirin ku cîhan deyindarê kurdan e.

SERKEFTINA HSDê û şîroveyên hatin kirin:

Reuters: HSDê serkeftina xwevragihand. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Amerîka piştgirîya wê dike, li dijî DAIŞê serkeftina xwe ragihand. Tevî ragihandina serkeftinê metirsîya DAIŞê didome.

The Guardian | Xelîfetîya DAIŞê têkşikest. Xelîfetîya ku Ebubekir el-Bexdadî çar saş û nîv berê ragihandibû bi destê HSDê hat rûxandin.

BBC | Hêzên ku Amerîka piştgirîya wan dike ragihand ku xaka dawî ya destê DAIŞê de ji destê wan derketîye û têkçûne: “Kurdan ragihand ku xîlafeta rêxistinê ya 5 salan têkçûye û serkeftina xwe ragihand.”

FOX News | Hêzên ku Amerîka piştgirîya wan dike ragihand ku DAIŞ têkçû û serkeftina xwe ragihand: “HSDya ku pêşengîya wê hêzên kurdî dikin, duhî li dijî DAIŞê serkeftina xwe ragihand û teqez kir ku DAIŞ têkçûye.”

AFP | Piştî têkşikestina ‘xelîfetîya’ DAIŞê xweserîya kurdan di bin fişaran da ye: “Fişarên Tirkîyê dewam dikin. Eger piştgirîya Amerîkayê nebedibe ku  xweserîya kurdan bikeve bin metirsîyê.”

DWHêzên ku Amerîka piştgirîya wan dike DAIŞê têkbir: “Hêzên ku Amerîka piştgirîya wan dike herêma dawî ya di destê DAIŞê de kontrol kir lê Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas bi egera ku metirsîya veşartî ya DAIŞê didome, di mijara pîrozbahîyan da hişyarî dan.”

RT | Gelo DAIŞ bi temamî hat tunekirin ya ev blofeke bo Şamê?: “Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) ku pêşengîya wê hêznê kurdî dikin ku Amerîka jî piştgirîyê dide ragihand ku keleha dawî ya DAIŞê hatîye xistin û serkeftina xwe ragihand. Şamê nûçeyên serkeftinê weke ‘blof’ şîrove kir û ev yek red kir.”

Press TV | Kurdan ragihand ku ‘xelîfetîya’ DAIŞê ya li Sûrîye hatîye xistin: “Kurdan dîyar kir ku dawî li ‘xelîfetîya’ DAIŞê ya 5 salan hatîye û hawîrdor jî ji terorîstên hatîye paqijkirin.”

Arab News | Xweserîya kurdan di bin fişarê da ye: “Xelîfetîya DAIŞê hat xistin. Xweserîya kurdan ku piştî şer û têkoşîneke dijwar bidest xistîye, ger polîtîkayên Amerîkayê wiha dewam bikin, dê bikeve bin metirsîyê.”

ABC News | Kurdan li dijî DAIŞê serkeftin ragihand: “Hêzên kurdî piltî têkoşîna bi salan deverên ku DAIŞê lê xîlafet ragihandibû kontrol kir û li dijî DAIŞê serkeftina xwe ragihand.”