image

PeyamaKurd – Hilbijêrên kurd ên li Cizîrê ku gumana şer dikin, li hemberî gefên Serokomarê Tirkîyê dibêjin em dê li hember van gefan çok danaynin û serî netewînin.

Bêrîvan Kutlu

Berbijêra Şaredarîyê ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîrê ya bi ser Şirnexê ve Bêrîvan Kutlu, ji Laura Pitel a Financial Times (FT) ra axivîye û gotîye, “Meha borî, dema ku polîsên tirk min desteser kir, ez şaş û mahtel nemam.”

Sîyasetmedara kurd muxalif li bakurê Kurdistanê Bêrîvan Kutlu di nava çar salan da sê caran hatîye girtin.

Kutlu, “Senaryoyên girtinê ji ber hilbijartinan pêk dihên. Çimkî dixwazin hêvîyên me û hilbijêrên me bişkînin.  Xwestin rê li ber me bigirin lê HDP dê bibe wesîleya têkçûna Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdoganî.”

Bi sedan kesên weke Bêrîvan Kutlu ku ji alîyê gel ve hatibûn hilbijartin bi hinceta ku peywendîya wan bi PKKê ra heye, ji kar hatin dûrxistin

Berîya hilbijartinana Serokkomarê Tirkîyê Recep Erdogan gelek caran fişaran li HDPê dike û dibêje ger HDPyî werin hilbijartin dê car din li şûna wan qeyûm werin tayînkirin. Tevî van fişaran kurd bi biryar in û dê dengê xwe bi kar bînin, “Gelê kurd dê biçe ser sindoqan û li hember gefan çok daneyne û serî netewîne.”

AKP li herêmê sermîyangirêdanî kir lê gelek kurd dîyar dike ku ji ber vê yekê fikrê xwe naguherîne. Kurdekî li herêmê dibêje, “Pirgirêkeke nasnameyî heye, ya bîrdozîyê. Pirgsirêk ne sermîyangirêdanî ye, bes sîyasî ye.”

Hinek welatîyên kurd eşkere dikin ku, ew ditirsin bi zimên xwe yê dayîkê, bi kurdî biaxivin.

Kadrîyeya 50 salî ya li Cizîrê dimîne dibeje, “ji ber kurdbûna xwe em natirsin. Em li bajarên xwe wekê rehîneya ne.”